Kongra Star: Rîhan, wê bibe bi hezaran kes û ji nû ve şîn bibe

Kongra Star, qetilkirina Hevseroka Qantona Qamişloyê Yûsra Derwêş û cîgira wê Leyman Şiwêş şermezar kir û sersaxî xwest.

Meclîsa Kongra Star, bi daxuyaniyeke nivîskî şehîd Leyman Şiwêş, Yusra Derwêş û Firat Tûma bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Armancgirtina Rîhan (Leyman Şiwêş) û hevrêya me Yusra Derwêş ne ji rêzê ye û bi taybet hatine hilbijartin. Erdoganê faşîst, hem ji pêşketina jinan ditirse, hem jî jina bihêz qebûl nake. Ji ber ku di feraseta wî de faşîzm û zilamtiya klasîk a 5 hezar salan kom bûye. Wekî zilamekê klasîk ê serdemê û gurê har bi awayekê bêperwa êrîşê her derê dike. Lê bila vê baş bizane ku ew ê di vê kîn, hêrs û faşîzma xwe de bifetise û her di wijdana gelên heremê de were mehkûmkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev komkujî di dema civîna Astanayê û serdana Mesrûr Barzanî ya ji Tirkiyeyê de çêbû û em vê komkujiyê wekî lihevkirina Tirk, Rûs û PDK’ê dibînin û ew jî hevkarên vê komkujiyê ne. Mixabin qaşo ev kesên xwe wekî nûnerên Kurdan dibînin, di çi dem û pêvajoya teng de li kêleka gelê xwe nesekinîne û her tim li kêleka dijminê xwe ne. Kêliya ku Erdogan jinên Kurd ên pêşeng bi teknîka xwe ya herî pêşketî qetil dikirin, sed carî heyf û mixabin Mesrûrê qaşo nûnerê Kurdan li kêleka wî bi ken ji ragihandinê re poz didan û em jî wek jinên Kurd wî wekî hevkar dibînin û di wijdana xwe de mehkûm dikin.

Lê bila dagirker û hevkarên wan vê bizanin ku hevrêya me Rîhan wekî tovê rihanê xwe spartiye hembêza xaka me ya pîroz û ev axa bi deh hazaran salan ji mirovatiyê re malovanî kiriye, wê biparêzin û ji tovê azadiyê yê hevrê Rîhanê çandiye, di baxçeyê azadiyê de bi hezaran Rîhan şîn bibin û destûr nedin ku dagirker û hevkarên wan planên xwe yên qirêjî li welatê me pêk bînin.

Em Kongra Star, ji malbat û hevrêyên heval Rîhan re sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li hemberî bibîranînên wan ditewînin û heta dawiyê em ê di xeta hevrêyên xwe de bimeşin û ala wan a berxwedanê hildin ser milê xwe.”