YPJ: Em ê têkoşîna Avrîn bigihînin serkeftinê

YPJ'ê şehîd Avrîn Mahsûm ku demekê xebatkara Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê bû bi bîr anî û got, "Em ê têkoşîna hevrê Avrîn bigihînin serkeftinê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê têkildarî şehadeta xebatkara YJA Star û Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya YPJ’ê Şehîd Avrîn Mahsûm (Bêrîvan Mustafa) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Kevneşopiya çapemeniya azad bi têkoşîna hevrêyên weke Avrîn Mahsûm re li Rojavayê Kurdistanê şax berda. Çapemeniya azad ji bo rûyê kirêt ê dewleta Tirk ragihîne ji cîhanê re, gelek berdelên giranbiha da. Hevrê Avrîn jî yek ji wan hevrêyane ku bû şopdara mîrateya Gurbetellî Ersoz û Apê Mûsa.

Hevrê Avrîn li bajarê Efrînê di nava malbateke xwedî kevneşopiya welatparêziyê mezin dibe û di sala 2014’an de biryara beşdarbûna nava şoreşa Rojava dide. Li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê weke jineke berxwedêr her dem li eniyên pêş yên cengê de cihê xwe girt. Hevrê Avrîn hem şervantiya şoreşê kir hem jî heqîqeta şoreşê ji cîhanê re ragihand.

Di kar û xebatên navenda Ragihandina YPJ’ê de bi sekna xwe ye bi coş û kelecan herdem bû navgîna ruhê şoreşgertiya demê. Hevrê Avrîn di kêliyên herî zor û zehmet de tu car bêhêvîtî nejiya. Ev taybetmendiya wê dema dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir, ligel ku ji hevrêyên xwe dûr ketibû û birîndar bibû jî, 26 rojan di nava artêşa destbixwîn a dewleta Tirk de xwe veşart û piştî wê xwe cardin gihand hevrêyên xwe. Ev ruhê berz û pîroz a ku hevrê Avrîn di dilê xwe de dihewand, her dem sekneke wêrek û dilsoz bi xwe re afirand. Ji Efrînê heta Pêngava Tunekirina DAÎŞ’ê hevrê Avrîn hem bi çek û hem jî bi kameraya xwe têkoşîneke giran da meşandin. Di hemû eniyên şer de bû zimanê berxwedaniya doza mafdar a têkoşîna azadiya jinan.

Hevrê Avrîn di sala 2020’an de biryara tevlî bûna nava tevgera azadiya Kurdistanê da û berê xwe da çiyayên azad a ku ji dîrokê heta niha ji bo gelê Kurd bûye stargeh. Hevrêya me Avrîn di têkoşîna ku li hemberî dagirker û terorîstan da meşandin de sînorên ku heyî ji holê rakir û bi ruhê xwe ye netewî xwe li hemberî azadiya tevahiya Kurdistanê berpirsiyar dît. Bi biryar û îradeya xwe ye azad xwest li kêleka hevrêyên xwe yên li çiyayên azad yên ku berxwedaniyên dîrokî didin meşandin, cih bigre. Li ser vê biryar û armancê rêwîtiya wê ye ber bi çiyayên azad re dest pê kir. Li warê ku berxwedaniyên bêhempa tê meşandin, li hemberî hovîtiya sedsalê a dewleta Tirk di demeke kûrt de bû xwedî kedeke diyarker. Ev taybetmendiyên hevrê Avrîn pênaseya ruhê demê îfade dike. Hevrêya me Avrîn li qadên azad hebûna xwe gîhand wateya rasteqîn û heta dawiyê jî meşa xwe ye azadiyê bi kelecaneke mezin domand.

Em weke Navenda Ragihandina YPJ’ê di serî de ji bo malbata hevrêya xwe ya hêja Avrîn Mahsûm û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê hevrê Avrîn Mahsûm û tevahî şehîdên çapemaniya azad de cardin soza xwe ya şopandina heqîqetê dubare dikin. Em soz didin ku em ê di her kêliya jiyanê de rûyê kirêt ê dagirkeran derxinîn holê û ji raya giştî re ragihînin.

Em ê heta hênase xwe ye dawî bê ku yek kêlî jî rawestin, têkoşîna ku hevrê Avrîn daye meşandin bigîhinin serkeftinê.”