Jinên Başûrê Kurdistanê qetilkirina şoreşgerên jin ên li Rojava şermezar kirin

Jinên Başûrê Kurdistanê li Sekoya Azadî ya Parka Silêmaniyê bi daxuyaniyekê qetilkirina jinên şoreşger Yusra Derwêş, Leyman Şiwênş û ajovan Firat Tûma şermezar kirin û diyar kirin ku wê têkoşîna wan bidomînin.

Jinên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkarê wê Leyman Şiwêş û ajovan Firat Tûma bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Jinan wêneyên Şehîd Leyman Şiwêş vekirin. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di destpêka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku careke din bi destê hêzên tarî bi êrîşên dronan Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkarê wê Leyman Şiwêş û ajovan Firat Tûma şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de êrîşa dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin û ev hate gotin: “Kedkar û rêveberên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê dema li ser erka xwe ne tên hedefkirin. Sersaxiyê li jinên azadîxwaz û aştîxwaz, malbatan û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

Ji destdana her jineke ziyanê dide xebata azadiya gelê Kurd, valatiyek derdikeve ku tijekirina wê jî wisa hesan nîne.”

Jinan di daxuyaniyê de bal kişandin ser kesayeta Şehîd Leman Şiweş û got: “Hevrê Rihan di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de xwedî rolek bû. Çiqasî qala têkoşîn û xebata hevrê Rihan a salên dûr û dirêj bikin kêm dimîne. Di destpêkirina Şoreşa Rojava û avakirina Rêveberiya Xweser de, roleke wê ya ber bi çav heye.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Bila dijminên azadiyê bizanin; jinên Kurd êdî windabûnê qebûl nakin, ji bo serketinê amade ye canê xwe feda bike. Ji bo xewn û xeyalên wan pêk bînin soz didin ku xebat û têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya jinan berdewam bikin.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de diyar kirin ku wê sibê di saet 10:00'an de li Nûnertiya Rêveberiya Xweser ji bo şoreşgerên jin sersaxî bên qebûlkirin.

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dawî bû.