Cenazeyên Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş bi merasîmeke bi heybet hat veşartin

Cenazeyê her du jinên pêşeng Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş ku di encama êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin, bi merasîmeke bi heybet li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişloyê hatin vaşartin.

Bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê ji bo veşartina cenazeyê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) berê xwe dan Goristana Şehîd Îsamîl a navçeya Amûdê. Nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, TEV-DEM, heval, dost û malbatên şehîdan jî tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvî El-Seyd axivî û got: “Ev girseya li vir, nîşan dide ku tu hêz nikare moral û vîna me têk bibe. Ez destpêkê sersaxiyê ji Rêbertî re dixwazim, ji ber ku ew e ku jinên qehreman derxist pêş. Dijmin jinên pêşeng hedef digire, ji ber ku ji lehengiya wan ditirse.”

‘DEWLETA TIRK BI VAN ÊRÎŞAN ALOZIYA DI HUNDIRÊ TIRKIYEYÊ DE VEDIŞÊRE’

Piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo piştgiriya terorê û dagirkirina Sûriyeyê bike, asta êrişên xwe zêdetir kiriye û bi van êrişan aloziya di hundirê Tirkiyeyê de vedişêre.

Yunis diyar kir ku piştî Rêveberiya Xweser ragihand ku ew ê dest bi darizandina çeteyên DAÎŞ`ê bike, êriş li herêmê zêde bûn û wiha got “DAÎŞ ‘zarokên Erdogan’ in û dixwaze projeya demokratîk a gelan têk bibe û gelan bê îrade bihêle. Hêzên ku di civînên Astanayê de hazir dibin bazaran li ser gelê Sûriyeyê dikin, ev civîn jî berdewamiya komploya li dijî gelê me yê azadîxwaz e.”

Yûnis balkişand ser bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê û wiha domand: “Êdî bes e, bi vê bêdengiyê hûn dibin hevkarê van komkujiyan. Gelê herêmê ji bo aramî û ewlehiya cîhanê berdêlên pir giran dane. Divê li hemberî projeya Rêveberiya Xweser hûn bi berpirsyariyeke exlaqî rabin. Divê bi erka xwe ya li hemberî hêviyên gelê Sûriyeyê rabin.”

Her wiha Yûnis, Yusra, Leyman û Firat bi bîr anî û got: “Rîhan têkoşer, berxwedêr û milîtan bû, Yusra dev li ken, mamoste, rêveber û jina pêşeng bû. Firat jî fedekar û leheng bû. Divê ji bo şopandina rêya wan gelê me li derdor rêveberiya û hêza xwe bicive û siyasetên qirkirinê têk bibe. Em jî heta pêkanîna hêviyên van şehîdan li ser piyan bin.”

`JI BO BIBE DENGÊ JINA AZAD 38 SALAN TEKOŞÎNA AZADIYÊ KIR`

Endama Koordînasyona Kongreya Star Rûken Ehmed şehîdan bi bîr anî û  bal kişand ser şehîd Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) û got: “Rîhan Kurdistane, ji ber ku li Amûdê, Kobanê, Qamişlo, Efrîn, Amadê, Mehebat, Silêmanî û Hewlêrê bû. Ya Zagros û Botanan bû, tekoşîneke bê hempa da meşandin. Piştî ku di sala 2016`an de herêm ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin, derbasî Minbicê bû, bi pêkhateyên wê re kar da meşandin. Ji bo bibe dengê jina azad 38 salan têkoşîna azadiyê kir.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryana Senherîb Bersûm jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji dîrokê heta îro xwedî heman zihniyetê ye û wiha berdewam kir: “Dewlet xwe li ser qirkirina gelê Suryan, Ermen, Kurd, Elewî û Êzîdî ava kiriye. Em xwedî mafekî ne, em her dem serketî ne ji ber ku em xwedî îrade ne û bi şehîdan ve girêdayî ne.”

‘HER DU ŞEHÎD SEMBOLA JINÊN KURD IN’

Paşê li ser navê malbata Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Şehîd Yusra Derwêş, Rewşenbîr Beşîr Mele Newaf axivî û got: “Her du şehîd sembola jinên Kurd in. Şehadet destanek e ji ber di hindirê xwe de evînekê dihewîne. Eger gel bi dil û can li ser şopa şehîdên xwe bimeşe wê tekez serkeftinê bidest bixe û planên dijminan têk bibe.”

Piştî xwendin û radestkirina wesîqeyên şehadeta şehîdan, cenazeyê şehîd Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin veşartin.