Li Polonyayê bi hezaran kes ji bo kurtajê derketin kuçeyan

Li Polonyayê, li bi dehan bajar û bajarokan bi hezaran kes, ji bo protestokirina zagona kurtajê, roja Çarşemê derketin kuçe û kolanan. Sedema çêbûna xwepêşandan ew e ku jineke 33 salî jiyana xwe ji dest daye.

Li Polonyayê, jineke ducanî ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest da, li seranserê welêt bi hezaran kes, li dijî zagona kurtajê ya heşk derketin kuçe û kolanan. Li Varşovayê gelek xwepêşander li navenda bajêr civiyan. Rakirin wêneyên jinên jiyana xwe ji dest dane û pankartên li ser “Em ne mirinê lê dixwazin biwelidînin” û “Em ne mîsyoner lê bijîşk dixwazin” nivîsandî, hildan.

Li Krako, Poznan, Lodz û çend bajarên din jî bi dirûşmeya “Êdî bes e, dev ji kuştina me berdin” xwepêşandanên protestoyî hatin kirin.

Sedema xwepêşandanên protestoyî ew bû ku jina ducanî ya 33 salî ya bi navê Doroa Lajîk li nexweşxaneyeke li Nowy Targ a li başûrê welêt jiyana xwe ji dest da. Lajîk, 24’ê Gulanê ji ber sepsîsê jiyana xwe ji dest da. Sê roj berê ku ava amniyonê jê çûye û bi şûn de, jina ku 20 hefte bûne ku ducanî bûye, serî li klînîkê daye, rewşa wê ya tenduristiyê nebaş jî bûye, bijîşkan tu tişt nekiriye.

Bi zagona heyî, ku xeteriya jiyanî ya jinên ducanî hebe, tê hiştin ku kurtaj bibin. Lê ji ber rêgezên heşk bijîşk newêrin kurtajê bikin. Ji ber kêmbûna şansê saxmayînê yê sebî kêm bûye, mimkûn bûye sebî ji ber biçe û Dorota Lajîk sax bimîne.