Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn: Wêrekiya wê ji her kesî re bû mînak

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr di 25'emîn salvegera bîranîna Sema Yuce de axivî û got: "Sema Yuce, bi wêrekiya ji jinên Kurd re bû mînak.”

Sema Yuce ku di 21'ê Adara 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewletê yên li hemberî gelê Kurd agir berda bedena xwe, di 25'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Yuce, Parlementera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr û rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dutaxê tevlî bîranînê bûn.

Demîr ku li vir axivî, got: "Jinên ciwan Semayê mînak digirtin. Hema bibêje li her malê wêneyên wê hene. Sema bi wêrekiya xwe bû mînak ji her kesî re."