Surer: Em ê festîvaleke layiqî Sakîne Cansiz li dar bixin

Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz ya îsal wê di 23'ê Hezîranê de li Zurîhê bê lidarxistin. Hevseroka CDK-S'ê Selma Surer got “Em ê festîvaleke layiqî Sakîne Cansiz li dar bixin” û banga tevlêbûna festîvalê kir.

Di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye tevî yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî hatibûn qetilkirin. Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz li Swîsreyê festîval tê lidarxistin. Festîvala 10’emîn wê îsal li Zurîhê were lidarxistin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) festîval wê di 23’ê Hezîranê de bi şîara ‘Bi Jin Jiyan Azadî re Şoreşa Jinê’ were lidarxistin. Festîval wê diyarî hunermend Mîr Perwer, Abdurahman Kizil û Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî ên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, were kirin. Festîval wê li qada Kasernenareal a Swîsreyê were lidarxistin.

Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer û Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Ozen Aytaç derbarê festîvalê ji ANF'ê re axivîn û banga tevlêbûna festîvalê kirin.

SURER: BILA HER KES TEVÎ NAV Û DOSTÊN XWE WERE FESTÎVALÊ

Hevserok Selma Surer anî ziman ku ew ê layiqî fedakarên şoreşa jinê bibin û got “Weke ku tê zanîn em her sal ji bo bîranîna heval Sara (Sakîne Cansiz) festîvalekê li dar dixin. Em îsal jî bi şîara ‘Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ festîvalê li dar dixin. Armanca me ew e ku di festîvala 10’emîn de beşdarî zêde be. Em bang li hemû gelê xwe, di serî de jinên Kurd dikin. Divê her kes nas, dost, cîran û xizmên xwe bîne festîvalê. Armanca me ev e ku em hemû rengên çar parçeyên Kurdistanê û hemû rengên cîhanê tevlî festîvalê bikin. Em dixwazin rengekî navneteweyî jî li vê festîvalê zêde bikin. 20 saziyên jinan ên biyanî beşdarî vê festîvalê dibin. Ev pir girîng e. Ji ber ku cihê heval Sakîne di têkoşîna jinên cîhanê de pir girîng e.

Di bernameya me de gelek hunermend hene. Ji bo zarokan jî bernameyeke me ya cuda heye. Em ê konê zarokan jî vekin. Konê me yê dengbêjiyê jî heye. Em ê panelan bikin wê komên me yên govendê jî hebin. Ji ber ku sala 10’emîn e em bi baldarî nêz dibin. Wê festîvala me layiqî heval Sakîne be.

OZEN AYTAÇ: TÊKOŞÎNA LI DORA FIKRÊN HEVAL SAKÎNE RÛMET E

Endama Komîteya Amadekar a Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz û Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Ozen Aytaç, diyar kir ku hemû amadekariyên festîvalê bi dawî bûne. Ozen Aytaç, da zanîn ku ev festîval ne tenê ji bo jinên Kurd, bi giştî ji bo Tevgera Azadiya Kurd û jinên enternasyonalîst jî gelekî watedar e û got “Di heman demê de girîng e ku ji sala 2014’an û vir ve bênavber ev festîval tê lidarxistin. Ji bo me xwedîderketina li fikrên heval Sakîne û têkoşîna li dora wan fikiran rûmet e. Gelekî girîng e ku em li ser rêya wê bimeşin. Em jinên Kurd bextewar in ku çalakiyeke wisa li dar dixin.”

Ozen Aytaç, bal kişand ser nasnameya Sakîne Cansiz a enternasyonalîst û diyar kir ne bi tenê jinên Kurd, gelek saziyên jinan ên enternasyonalîst û partiyên siyasî jî di nava organîzekirian festîvalê de cih girtine û got “Rêxistinên jinan ên din jî xwedî li vê festîvalê derdikevin, ji ber ku heval Sakîne wekî pêşeng dibînin. Avadaniyên jinan ên partiyên siyasî yên Zurîhê û jinên ji tevgerên femînîst jî wê di vê festîvalê de cih bigirin. Em bawer in, em ê îsal heval Sakîne bêtir bidin nasîn.”

MÊVANÊN FESTÎVALÊ

Hunermend Bermal Çem, Jin MA, Yelda Abbasî, Medî, Koroya Jinan a Baselê, Koroya Zarokan a Winterthur, Elenora, Govend û Komên Govendê yên Jinan wê beşdarî bernameya festîvalê bibin. Her wiha di Konê Dengbêjiyê yê wê klam werin gotin.

SAZIYÊN DI ORGANÎZEYÊ DE CIH DIGIRIN

Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Jinên Ciwan ên Kurd (TekoJIN), Women Defend Rojava,  Medico International, Frauen Lesbes Kasama, Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH), FÎST, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), PDA, Jinên Nû, Tevgera Elewiyên Demokratîk (FEDA) Frauenstreick (Greva Jinan), Zurîch Kollektive, Solifonds, Frauenbundnis, Weqfa Jinan a Navneteweyî (WÎLPF) Yekîtiya Jinên Sosyalîst (BFS), Pira Ehmed Zurîh, BastA, Partiya Sosyalîst (SP) û Lîsteya Alternatîf (AL).