Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan ê suryan Firat Tûma li gelek bajaran daxuyanî da û êriş protesto kir.
ŞIRNEX
Pêkhateyên TJA’yê yên Şirnexê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Silopiyayê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlementerên Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal, Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên HDP’ê û Mecîsa Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn.
Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Silopiyayê Emîne Ozek daxuyanî da û xwest li hemberî êrîşan bêdeng nemînin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz anî ziman ku êrîş li djî pergala civakî ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin in û got: “Dewlet her roj bi zanebûn êrîşî jinan û destkeftiyên gelê Kurd dike. Ti tiştekî dewleta Tirk li Rojava nîne, lê her roj êrîşê Rojava dike. Beriya 2 rojan 3 kes qetil kirin. Ev 3 kesên hatin qetilkirin, ji bo rizgarkirinna herêmê li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke bêhempa dan. Em dizanin dewleta Tirk ji demokrasî û pergala ku li wir hatiye avakirin ditirse. Têkiliya vê dewletê bi çeteyan re jî dizanin. Şerê li dijî Kurdan ne çareserî ye. Balkêş e ku dewleta Tirk di dema darizandina DAÎŞ’ê de ev êrîş pêk anî. Pirsgirêka vê dewletê ne çareserî, şer e.”
BERTEKA LI DIJÎ SERDANA BARZANÎ YA TIRKIYEYÊ
Aydenîz bal kişand ser hevdîtina Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ya bi Tirkiyeyê re jî kir û wiha got: “Derdê dewletê ew e ku di navbera Kurdan de nakokiyan derbixîne. Roja ku ev komkujî çêbû li Enqereyê bi Barzanî re hevdîtin kirin. Em li vir dipirsin wateya vî wêneyî çiye? Divê ku bersiva vê bê dayîn. Ev wêne û hevditinên Kurdistanê bi hikûmeta Tirkiyeyê re me dişkêne. Em dibêjin ku bi kurdan re şer ne çareserî ye, ji bo demokrasiyê jî binpêkirin e. Kesên xwe bêdeng dikin şirîkên van êrişan e. Kesên ku mafên jinan diparêzin divê ku xwe bêdeng nekin. Em weke jinên kurd dê bi pêşengtiya azadiyê bikin. Çiqasî qetlîam jî hebe em ê têbikoşin. Li dijî van êrişan pêwistî bi yekitiya kurd heye. Heta ku Kurd nebe yek dê her tim rastî van êrişan bê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” bi dawî bû.
WAN
Pêkhateyên TJA’yê ya Wanê têkildarî mijarê li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê daxuyanî da. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî, Mahmût Dundar, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, gelek rêveberên HDP’ê û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên di êrişê de hatine qetilkirin hatin hilgirtin û pankarta “Li dijî polîtîkayên şer, li dijî qetliaman, li dijî tecrîwê bijî berxwedana gelê Kurd” hate vekirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sayyîgît di daxuyaniyê de axivî û got ku îktîdara AKP’ê xwe bi siyaseta dijminatî, şer û pevçûnan dide jiyîn û ev tişt anî ziman: “Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji sala 2011’ê heta niha didome. Ev şer bû sedema koçberbûna bi milyonan mirovan. Hêzên herêmî û navneteweyî yên rê li ber polîtîkayên aştiyê digirin, di van komkujî û rûxandinan de xwedî par in.”
Sayyîgît, êrişa li Qamişloyê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma pêr di êrişeke bi SÎHA’yan de hatin qetilkirin. Ev êriş, li dijî gelê Kurd ê welatê xwe, gelê xwe û îradeya xwe li dijî DAÎŞ’ê diparêze tê kirin. Ev sûîqest, li dijî jina azad û li dijî avadaniyên di nava lêgerîna avakirina civaka azad de tên kirin. Divê ev êriş û sûîqestên li pêş çavên hemû cîhanê tên kirin tavilê bên sekinandin. Ji bo vê jî divê rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû derdorên li dijî şer bikevin nava liv û tevgerê. Em ne teslîmî tarîtiya DAÎŞ’ê bûn û ne jî teslîmî dagirkeriya nokerên wan bûn. Bila her kes bizane ku di encama têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de li hemû qawên cîhanê îro felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ belav dibe. Ev yek nîşan dide ku ev sedsal wê bibe sedsala jin û gelê Kurd. Em li vir soz didin ên jiyana xwe ji dest dayî. Ji bo jiyaneke civakî ya li ser pîvanên wan ava bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
AGIRÎ
TJA’yê li pêşiya avahiya HDP’a Bazîd a Agiriyê jî daxuyanî da. Rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP’ê û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Parlamenter Demîr ve hate xwendin. Demîr, ev tişt anî ziman: “Li Herêma Federe ya Kurdistanê çekên kîmyewî tên bikaranîn, bi hevkariya Hikûmeta Iraqê hewl dan hene ku Şengalê bêstatû were hiştin, Mexmûr tê dorpêçkirin, her roj bi hewayî û bi destê çeteyan li dijî sivîlên Rojava êriş tên kirin, nexweşxane tên bombebarankirin û qawên sivîlan hedef tên girtin. Li Silêmaniyeyê Zekî Çelebî, Nagihan Akarsel, Huseyîn Arasan, li Rojava jî Hevrîn Xelef û rêhevalên wê hatin qetilkirin. Cînayetên du roj berê li Qamişloyê hatine kirin, êrişeke li dijî paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û jiyana ekolojîk e. Bi van înfazan û komkujiyên kiryarnediyar re di pirsgirêka Kurd de neçareseriyê kûrtir dikin.”