Li Colemêrgê mirina bi guman a jineke ciwan
Li Colemêrgê jin a ciwan A.K.Y. bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li Colemêrgê jin a ciwan A.K.Y. bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, li taxa Bûlak a Colemêrgê jin a 23 salî A.K.Y. êvara 15'ê Hezîranê bi rengekî gumanbar li mala xwe jiyana xwe ji dest da.
Cîranên ku demekê agahî ji jinê wernegirt, agahî da polîsan, polîs û tîmên tenduristiyê dema ku hatin cihê bûyerê dîtin ku jin ji ser hişê xwe çûye.
Piştî destwerdana destpêkê A.K.Y. rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê, lê di rê de jiyana xwe ji dest da.
Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê lêpirsîn da destpêkirin. Hate ragihandin ku hevjînê wê çawişekî pispor e. Nehate zanîn bê çawişê pispor hatiye destgîrkirin an na.
Di rapora dawî ya Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk de hate ragihandin ku tundiya li jinê zêde bûye û di navbera 1'ê Adarê û 31'ê Gulanê de herî kêm 94 jin hatin qetilkirin, 84 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.