Li Şîşliyê ziman, reng û çand hatin ba hev

Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK’ê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şîşliyê aktîvîteya bi navê “Ji rengan heya ziman, ji ziman heya jiyanê” li dar xist.

Parlamentera HDP’ê Huda Kaya û gelek nûner û endamên rêxistinên demokratîk beşdarî aktivîteyê bûn û di aktivîteyê de bi zimanê Kurdî, Lazî, Çerkezî û Çençenî panêl hate lidarxistin.

Komîsyona Bawerî û Gelan a Kongreya Demoratîk a Gelan (HDK), bi boneya  21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê  ya Cîhanê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şîşliyê bername li dar xist. HDK'ê bi şîara "Ji rengan heya ziman, ji ziman heya jiyanê" bername li dar xistin. Di bernameyê de Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, nûnerên Komeleya Elewiyên Demokratîk, Federasyona Komeleyên Romen, Navenda Ziman a Gurcu, Komeleya Çanda Lazan, Komeleya Piştevanî û Çanda Mezopotamya, Komeleya Lêkolînên Kurd, Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê û gelek kesên din tev li bernameyê bûn.

Destpêkê Rêveberê HDK'ê Sedat Şenoglû axivî û bal kişand ser girîngî û wateya ziman. Şenoglû, diyar kir ku hebûna çandê bi ziman ve girêdayiye û wiha got: "Civakîbûn û çand bi ziman heye. Ziman hebûn e. Hebûn bê ziman nabe. Ji bo hebûna civak û mirov divê ziman bên parastin û jiyîn."

DIXWAZIN HIŞMENDIYA YEKPEREST FERZ BIKIN

Zimanzan Necmiye Alpay jî mafê axaftinê girt û li ser girîngî û wateya ziman axivî. Alpay, anî ziman ku li Tirkiye di serdemên cuda de li ser zimanê zikmakî gav hatine avêtin û wiha got: "Her çend hin gav hatin avêtin jî dîsa li ser zimanan împaratoriya tirsê ava kirin. Min mijara zimanê zikmakî pir dereng keşif kir. Ji ber ku mijara ziman li welatê me mijara herî zêde tê tepisandin. Yek ji rastiya herî zêde tê tepisandin ziman e. Li Tirkiye divê em zimanzanan ji rexneyê wêdetir wan tawanbar bikin. Ji ber ku hişmendiya berê niha dîsa li ser me ferz dikin. Zarok ji zimanê zikmakî dûr xistin. Li dijî zanyariyê zarok ji ziman dûr xistin. Piştre li ser enstituyan bedeng ev peyv dîsa hatin rojevê. Destûr nadin li ser pişta ziman çanda xwe derbasî îro bikin." 

‘ZAROKÊN KURD JI BO ZIMANÊ ZIKMAKÎ XWESTIN HATIN GIRTIN'

Alpay, anî ziman ku di salên 1999’an de yekem car zarokên kurd ji bo bi zimanê zikmakî mafê perwerdehiyê xwestin hatin girtin û wiha got: "Civakê wê demê şoqek derbas kir. Zarok hatin girtin. Zextên li ser ziman di heman demê de şopên li ser mejî ne. Ziman, mijarên çandî û hestiyarî bandor dikin."

QEDEXE DIBE SEDEMA HÊRSÊ

Alpay, anî ziman ku kêr dane ser stuyê zimanê Kurdî û wiha bi dawî kir: "Dewlet dibêje bi zimanê xwe navan li parqên xwe neke. Ev tiştekî pir şerm e. Ez di îfadeya vê yekê de pir zor û zahmetiyan dijîm. Yên vê biryarê didin jî vê yekê zanin. Nikarin bi van qedexeyan van navan û vî zimanî bidin jibîrkirin. Qedexeya ziman bêtir hêrs û nifrina gelan zêdetir dike."

Piştî Alpay komên xwedî zimanên cuda bi zimanê xwe pêşkêşî kirin.

Bernameya ziman bi koma Muzîkê ya BEKSAV'ê ya stranên Kurdî, Tirkî, Lazî, Hemşinî,  Adigeyî strîn.