Lola Gûevera ya ji ber diya xwe ya Amerîkaya Latîn her dem sempatiya wê li hemberî gelên mazlûm û bindest heye. Di dema lîseyê de Kurd nas kiriye. Qetlîam, pêkutî û êşa gel Kurd guhdarî kiriye.
Piştî vî tiştî Lola Gûevera dest bi lêkolîna Kurdan kiriye û pirtûkên li ser Kurdan xwendiye. Bi qasî 3 salan ev tişt domiyaye.
Gûevera piştî vî tiştî dest pê kiriye ku di nav tevgera ciwanên Kurd de cih bigire. Gûevera 48 roj in beşdarî çalakiya protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li pêşiya avahiyên Konseya Ewrûpayê û CPT’ê dibe. Lola Gûevera diyar dike, heta ku Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bidomîne.
‘PKK HÊVIYA HEMÛ BINDESTAN E’
Lola Gûevera bi van gotinan qala cihgirtina di nav têkoşîna Kurdan dike “Her ku min aliyê polîtîk û îdeolojîk ê vê meseleyê dît, ez bêtir ketim bin bandora wê û min dest pê kir ku ez bibim parçeyekî vî tiştî. Mirov nikare tenê rewşê temaşe bike. Ji ber ku bi sedan salan qirkirin li ser Kurdan hatiye kirin. Ji bo min îdeolojiya tevgera azadiyê ya Kurdan ji bo hemû bindestan cihê çareseriyê ye. Beriya her tiştî ev îdeolojî nîşanî te dide ku divê tu çawa bijî. Ev felsefe ne bi tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû gelên bindest e.”
‘BI XWENDINA OCALAN RE MIN HEZ JI JINBÛNA XWE KIR’
Lola Gûevera diyar dike ku Abdullah Ocalan tekane rêber e ku mafên jinan diparêze û got, “Ev aliyê wî yê parastina jinan ji bo min hêja ye. Qala jin, berxwedan û xweparastina wê dike. Bi ya min jinên Amerîkana Latîn di serî de divê hemû jinên dinyayê qîmetê bidin wî.”
‘JI BO AZADIYA OCALAN DIVÊ HER KES DI NAV ÇALAKIYAN DE BE’
Lola Gûevera axaftina xwe wisa bi dawî kir, “Îro Tevgera Azadiyê ya Kurdan sala xwe ya 40’emîn pîroz dike. Em dikarin bi mînaka Sakîne Cansiz bibînin ku di nav vê tevgerê de jin çiqasî xurt in. Roleke girîng a jinan heye. Hemû cîhan qala berxwedêriya YPJ’ê dike. Li cihekî wekî Rojhilata Navîn jin him şer dikin û him jî jiyaneke nû ava dikin.
Em niha li pêşiya Konseya Ewrûpayê û CPT’ê di nav çalakiyan de ne. Heta ku em agahiyan ji rêzdar Ocalan werbigirin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li hemû kesên li Ewrûpayê dikin ku bila ji bo azadiya Ocalan di nav çalakiyan de bin.”