'Dawiya Dawî' li Stockholm û Orebroyê hate lîstin

Lîstika şano ya yek kesî 'Dawiya Dawî' ku ji aliyê yek ji hunermendên Şanoya Bajarê Amedê Ozcan Ateş ve tê lîstin, piştî bajarê Orebor yê Swêdê li paytext Swêdê jî derket ser dikê.

'Dawiya Dawî' lîstika destpêkê ya hunermendên Şanoya Bajarê Amedê ye ku piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dawî li karê wê hate anîn. Di lîstikê de ku saetekê dewam dike, Ozcan Ateş bi performansa xwe ya yek şexsî re, bi zimanekî heneko qala serdemên dîrokî, civakî û siyasî yên gelê Kurd dike.

Ozcan Ateş anî ziman ku di nava zextên giran de kenandina mirovan bi rêya Stand-upê, mîna berxwedanekê ye û got, "Di rewşeke wiha de lîstikên dramatîk hem bala mirovan nakişînin, hem jî em lîstikên welê rast nabînin. Lîstikeke dramê ya ku em amade bike, bi ti awayî nikare qala drama li Kurdistanê bike. Her yek ji 17-18 lîstikên me xwedî wate û mesajekê ye. Em dikin ku mirov hem bikene hem jî li ser bifikire."

Ji hunermendên Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar jî diyar kir ku ji bo xwe bigihînin gelê Kurd ê li dîasporayê, ew lîstikên xwe li Swêdê û welatên din ên Ewropayê nîşan didin. Emektar got, "Em şano weke karekî dibînin ku bi rêya wê çand û hunera Kurdan bigihînin gelê xwe."

Lîstik wê 19'ê Çileyê roja Înê saet 18:30'î li Sîlvanîûm Gavle Konstcentrûm a bajarê Gavleyê jî bê nîşandan.