Ji bo zivistanê çareserî komira di çopê de

Li wanê bi sedan zarok neçar in di sermaya zivistanê de kar bikin, gelek ji wan komirên ne şewitandî yên di nava çopê de komdikin û dibin malê.

Li Wan û gelek navçeyên wê ku hilberin nîne û bêkarî zêde ye, bi sedan zarok neçar dimînin ku li nava kolanan kar bikin.

Li Wanê ku yek ji bajarên li ser sînor e û dîtina kar û xebatê pir zehmet e. Bazirganiya li sînor, sewalkarî, çandinî û geşt û guzarî li ber nemanê ye. Hikûmeta AKP'ê ku ti veberhênan ne kirî, çavkaniya debarê jî qut kiriye. AKP'ê bazirganiya li ser sînor ya li Qelqelî û Elbakê jî qedexe kir, gund û bejahiya bi îlanên 'herêmên qedexe' girt. Bi hezaran kesên ku li gundên li ser sînor bazirganiyê dikin jî ji aliyê leşkerên Tirk û Îranê ve hatine qetilkirin. Li Wan û navçeyên wê rêjeya bêkariyê 50 ji sedî derbas kiriye.

Ji ber nebûna kar li kolanên Wanê karkerên zarok zêde ne. Bi sedan zarokên ku temenê wan di navbera 7-18'an de neçar dimînin ku di sermaya zivistanê de kar bikin. Karkerên zarok li navenda Wanê û navçeyên wê karê firotina mendîl, boyaxkirina solan, çaygeriyê û hwd dikin. Gelek zarokên ku li kolanan vî karî dikin naçin dibistanê. Bi sedan zarokên ku dema ji dibistanê derdikevin jî neçar dimînin li kolanan kar bikin. 

Li Wanê gelek malbat ji bo zivistanê komir û dar bişewitînin peyda nakin. Bi sedan zarok ji bo ku komir bibe malê neçar dimînin li nava çopan komirên ne hatine şewitandin kom dikin.  Di vê sermaya zivistanê de zarokên biçûk yên ku komirê kom dikin ji bo ku neyên naskirin rûyê xwe digirin.