Heskîfê bi dînamîtan hildiweşînin

Dewleta Tirk hilweşandina Heskîfê didomîne. Dewlet ji bo Bendava Ilisûyê dîroka 12 hezar salî hildiweşîne û bi dînamîtan zinar û tehtan parçe dike.

Li Heskîfê hilweşandin didome. Vê carê dîsa dînamît hatin bikaranîn. Îro dîsa ji aliyê fîrmaya bi navê Ruzgar Çiyavanî û Endustriyelê zinar tên hilweşandin û li nava kelehê zinarekî mezin bi dînamîtan hate hilweşandin.

Li Heskîfê gelek zinar bi levye û dînamîtan hatibûn parçekirin. Tehtên biçûk jî bi makîneyên kar hatin hilweşandin. Berê jî di hilweşandina Heskîfê de gelek dînamît hatibûn bikaranîn. Nêzî 200 şikeft hatin texrîbkirin û bi betonan hate tijîkirin. Li bajarê dîrokî Çemê Dîcleyê jî bi xîzê hate dagirtin.

Walîtiya Êlihê ligel ku dîmen hebû jî îddîa kiribû ku zinar bi dînamîtan nayên hilweşandin û diyar kiribûn ku ew bi ‘rêyên ekolojîk’ hilweşandinê dikin.