Li Wanê hostayê Mandalayê

Fatîh Şahîn ê ji Wanê ye, kevirên ku neqş û fîgurên cuda dineqişîne dike berhemê hunerî.

Fatîh Şahîn ku ev 2 sal in li Wanê bi hunera Mandalayê ve mijûl e, li gel vê hunerê bi hunera exşapê û nîgara dîwar ve mijûl dibe. Şahîn kevirên şahîk û biriqî yên ku ji dora Gola Wanê û rûbaran dibe hev û hunera xwe pê dike.

Şahîn li gel ku li ser hunera exşap û dîwêr dixebite li gel ku ne perwerdebûyî ye jî berhemên hunerî diafirîne, odeyeke mala xwe kiriye atolye û li vir hunera xwe dike. Şahîn dibêje li girtîgehê dest bi hunera Mandala kiriye û piştî ku ji girtîgehê derketiye jî ev hunera xwe domandiye. Şahîn dibêje dema ku ev huner dikir nizanîbû karê ku dikir Mandalaye jî û got, ‘’Dema ku ji girtîgehê derketim min reng da kevirên şahîk û biriqandî. Li Wanê û herêmê ji min pê ve kesek vê hunerê nake. Xetên ku berê min danîbûn pişte min li ser van keviran çêkirin.’’

TU BENDAWARIYEKE MADÎ NÎN E

Şahîn got hunera Mandala bûye pareçyeke ji iyana wî, ti hêviyeke madî jê nake û got, ‘’Gelek berhemên ku çêdikim didim dost û nasên xwe. Ji ber ku ji  min pê ve kesek vê hunerê nake li ber nemanê ye. Heke hinek bixwazin vê hunerê hîn bibin dikarim alîkariyê bikim. Li ser keviran fîgurê Şahmaran, Sîmirg, pirpirîkan, jinan, kêzika xalo çêdikim. Ev huner pir balê dikişîne. Heke hûn pir ne baldar bin xebata we li ber avê diçe.’’

HUNERA MANDALA ÇIYE

Hunera Mandala ku tê maneya xelek an jî navendê ji navendê ber bi derdorê ve neqş têne çêkirin. Xebata Mandala ji hundir ber bi derve yan jî ji derve ber bi hundir ve tê rengandin lê ya girîng ew e ku dora wê neyê xirakirin. Mandayla ku xwe dispêrê Hindîatana ji hêla reh ve mirov rehet dike. Bi giştî bi rengê xelekê an jî çargoçeyên wekhev navena mîstîk a her tiştî sembolîze dike.