Kevalên Zehra Dogan li Cinêvê hatin nîşandan

Kevalên nûçegihan û şêwekar Zehra Dogan, a girtî li Cinêvê hatin nîşandan.

Kevalên rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan ên li girtîgehê çêkirin li bajarê Swîsre Cinêvê hate nîşandan.  Pêşangeha kevalên ku li Alhambrayê heta 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan were nîşandan, pêşangeh ji aliyê Rêxistina Efû ya Navnetewî ve tê organîzekirin. Serokê Şaredariya Cinêvê Remy Paganî, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik û Nûnera Rêxistina Efû ya Cinêvê Emîly Baûd beşdarî vekirina pêşangehê bûn.

Di vekirina pêşangehê de Serokê Şaredariya Cinêvê Remy Paganî qala serdana xwe ya ji bo Amedê kir û wiha got; “Li Tirkiyeyê rewşa mafê mirovan a niha di rewşeke ne baş de ye. Di rewşek wiha de piştgiriya li rojnamevanên girtî  gelek giring e.”

Nûçegihana Kedistan Rosîda Koyûncû jî qala bûyerên li Cizîr, Nisêbin û Sûrê kir û wiha got; “Li van deran mirov bi zindî hatin şewitandin û rojnamevanên ku şahidiya vê jî kirin hatine girtin yan jî hatine kuştin.”

Edîtora Kedîstan Naz Oke jî qala hevdîtina xwe ya bi Zehra Dogan re kir û bal kişande li ser wêneyên Zehra Dogan ku di kîjan şert û mercan de çêkirine. Naz Oke got ku divê rojnamevanên ku tenê ji bo şahidiya bûyerên kirine werin berdan.

Nûnera Rêxistina Efû ya Cinêvê Emîly Baûd jî got ku êdî li Tirkiyeyê qala demokrasiyê nayê kirin û wiha got; “Xebatkarên me jî di nav de gelek parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û mûxalîf li Tirkiyeyê girtîne.”

Hevşaredara Sûrê Fatma Şik jî bûyerên qewimî weke ‘qirkirin’ bi nav kir û banga hevgirtinê li her kesê kir. Pêşangeha kevalan ku qala bûyer û kuştinên li Kurdistanê dike wê heta 10’ê Kanûnê vekirî be.