Çanda Kurd li Moskowayê hate nasandin

Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd a li Rûsyayê, li paytext Moskowayê şevek li dar xist û çanda Kurd da nasandin.

Şeva danasîna çanda Kurd, ku saziyên Kurdan ên li Federasyona Rûsyayê piştgirî dan, li Mala Gelan a li Moskowayê hate lidarxistin.

Tevî nûnerên saziyên gelên cuda yên ser bi Mala Gelan a Moskowayê, nûnerên saziyên Kurdan ên li Ûkrayna, Kazakîstan, Kirgizîstan, Ermenîstan, Ozbekîstan û Rûsyayê tevlî şevê bûn.

Salona şevê bi wêne û pankartên ji çand û dîroka Kurdan hate xemilandin.

Hevserokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdan a li Rûsyayê Ferhat Patiyev di destpêkê de axivî û got, "Kurdistan ku xwedî çandeke gelekî dewlemend e, li çar parçeyên wê kevneşoiyên cuda û bingeheke xurt a çandî heye. Lê belê dewletên ku li ser Kurdistanê serwer in, tevî ku çanda Kurdan înkar dikin, di heman demê de hewl didin ku bikin malê xwe. Girîng e Kurd xwedî li çanda xwe derkevin, biparêzin û mezin bikin. Di vê sedsalê de ku asîmîlasyon bi dijwarî tê meşandin, çandên ku nasnameyeke xwe ya fermî nîne zû dihelin. Gelê Kurd li dijî her şêwe polîtîkayên asîmîlasyonê çanda xwe parastine. Weke saziyên kurd ên li Civaka Dewletên Serbixwe kar dikin, divê em xwedî li çanda xwe derkevin û li her qadê wê bi pêş ve bibin."

Hevseroka Meclîsa Gelên Rûsyayê Svetlana Smîrnova piştre axivî û got, "Ev 15 sal in em bi Otonomiya Kurd re dixebitin. Di nava vê demê de min gelek Kurdên hêja, bi gel, ax û kevneşopiya xwe re dilsoz nas kir. Dîroka gelê Kurd bi êşên giran dagirtî ye. Kurd li nava welatên cuda parçebûbin jî wan çanda xwe parastine. Bêguman divê her gel xwedî li çanda xwe derkeve, lê belê ji bo naskirina çanda Kurdan a dewlemend, çalakiyên bi vî rengî ji bo me gelekî girîng e."

Ji rêveberên Mala Gelên Moskowayê Xurşîda Xamrakûlova herî dawî axivî û got, "Demeke dirêj e ku em li gel saziyên Kurdan dixebitin. Ji ber ku min kar û çanda wan ji nêz ve şopand, min gelê wan jî nas kir. Kurdistan xwedî danheviyeke dewlemend a çandî û dîrokî ye. Girîng dibînim ku ev dewlemendî bi çalakiyên bi vî rengî bi gelên din bê nasandin."

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser erdnîgarî, çand, mutbex û dîroka Kurdan hate nîşandan. Piştre kincên gelêrî yên Kurdan (Şal û şapik) hatin nîşandan.

Koma muzîkê Ma ya ji Rojhilatê Kurdistanê hat, stranên ji herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê pêşkêş kir. Hemîdê Mecîd û Ferman Patiyev jî klamên dengbêjiyê ku weke dîroka devkî ya çanda Kurdan tê naskirin, gotin. Tevî Miroyê Qanta û Milazimê Îsko, koma govendê ya Nûjîn jî berhemên xwe nîşan dan. WekÎ din helbestên Ahmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Halisî Bîtlîsî hatin xwendin.

Di dawiya şevê de Patiyev plaketên spasiyê da beşdaran û şev bi vî rengî qediya.