'Jiyan bi çand û hunerê xwe diafirîne'

Pîrozbahiyên 40'emîn salvegera damezirandina PKK'ê di dawî bûn ên ku di pêşengtiya Koma Kevana Zêrîn de di 27'ê Mijdarê de hatibû destêkirin û 40 rojan domiya. Hunermendên ku li gelek qadên gerîlayan geriyan, kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Pîrozbahiyên 40'emîn salvegera damezirandina PKK'ê di dawî bûn ên ku di pêşengtiya Koma Kevana Zêrîn de di 27'ê Mijdarê de hatibû destêkirin û 40 rojan domiya. Tûrneya pîrozbahiyê di 27'ê Mijdarê de hatibû destpêkirin û di salvegera Qetlîama Parîsê de, di 9'ê Çileya 2018'an de bi dawî bû. Hunermendên ku li gelek qadên gerîlayan geriyan, kêfxweşiya xwe anîn ziman.

'BI GIYANÊ FEDAÎ EM XWE JI SALA NÛ RE AMADE DIKIN'

Endama Koma Kevana Zêrîn Gerîla Pelşîn diyar kir ku ew bi giyanê fedaî xwe ji sala 2018'an re amade dikin û got, "Dijminên me li ser tevgerandina me propagandayên reş dikin. Dibêjin 'Êdî li ser çiyayên Kurdistanê nikarin bigerin, gelekî tengav bûne.' Jixwe di hemû çalakiyan de yên ku em li dar dixin, derewên dewleta Tirk derdikeve holê. Vê tûrneya me 40 rojan ajot. Di nava 40 rojan de li cihên cuda cuda me gelek pîrozbahî li dar xist. Çi qas dijmin teknîka xwe pêş bixe jî nikare li hemberî gerîlayan encamê bi dest bixe. Bi salan e dewleta Tirk bi teknîka xwe êrîşan pêk tîne û encamên wê jî li holê ne. 40'emîn salvegera damezirandina PKK'ê ji bo me pir bi wate bû. Bi biryardarî, bi coş û moralan li qada Behdînanê gerîla li hev civiyan û pîrozbahî li dar xistin."

'JI ALIYEKÎ VE EM ŞER DIKIN, LI ALIYÊN DIN JÎ EM HUNERÊ DIKIN'

Gerîla Pelşîn bal kişand ser tevlîbûna moralê ya 500 gerîlayan û got; "Di amadekariyên sala nû de em jî amade bûn. Di milê ewlekariyê de tu pirsgirêken me nîn e, yên pirsgirêka ewlehiyê dijîn dewleta Tirk e. Li hemberî vîn û afirîneriya gerîla dewleta Tirk di warê ewlekariyê de pirsgirêkan dijî. Ji bo ku tengavbûna xwe veşêre propagandayên bi wî awayî dikin. Heger propagandayên ku dikirin rast bûna, ji bo pîrozbahiyê 500 kes nikaribûn li hev biciviyana. Afirîneriya gerîla ji bo berjewendiyên şoreşê ne. Jiyan bi çand û hunerê xwe diafirîne. Ji aliyekî ve em şer dikin, li aliyên din jî em hunerê dikin. Me dîsa li herêma Behdînanê hunera xwe pêşkêş kir. Em vê yekê wekî bersiva pêvajoyê dinirxînin. Me ji biharê re got; hem bi gotinên xwe hem jî bi çalakiyên xwe em ji bo biharê re amade ne."

'ARMANCA HUNERA ME EV E KU JIYANEKE NU AVA BIKE'

Yek ji endama Koma Kevana Zêrîn gerîla Şoreş di axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan ev e ku di sala nû de jiyaneke nû ava bikin û got "Armanca me ne ew bû ku em tenê bên konserê bidin. Armaca me ew bû ku em di sala nû de, bi hunera xwe, bi çalakiyên xwe jiyaneke nû ava bikin. Em bawer in ku di sala nû de em ê encamê jî bigirin. Hemû heval bi çoş û moralekî pir mezin tevlî bûn."

'GOVENDA BI SEDAN GERÎLAYAN BANGA AZADIYÊ BÛ'

Gerîlaya endama Koma Kevana Zêrîn Bermal, di nirxandinên xwe de kevnariya çand û hunera gerîla ya di çiyayên Kurdistanê de bi lêv kir û got ku; "Li çiyayên Kurdistanê dîroka xebatên çand û hunerê pir kevn e. Ev nêzî salek û nîv e di bin sîwana Kevana Zêrîn de jî xebatên me yên xweser didomin. Koma Amara jî li çiyayên Kurdistanê komeke kevn e. Lê me di bin Koma Kevana Zêrîn de bi endamên nû, bi perspektîfên nû yên çand û hunerê, di nêrîna jinê de careke din birêxistin kir. Weke gava destpêkê jî di 40'emîn salvegera damezirandina PKK'ê de, bi tûrneyekê me xwest em rengê xwe bidin diyarkirin. Di gelek aliyan de têkoşîn û xebat tên meşandin. Em jî dixwazin bi riya çand û hunerê têkoşîna xwe, nirxên şoreşa xwe mayînde bikin. Di van aliyan de em xebatên xwe didomînin. Weke koma xweser ev cara yekem e em tên qada Behdînanê. Ji bo me jî nûbûnek bû. Tûrneya me 40 rojan dom kir. Di 40'emîn damezirandina PKK'ê de em çil rojan di nava hevalan de geriyan. Me konser da, govendên mezin gerand. Di esasê xwe de ev yek ji bo dijmin bersivek e. Ji ber ku di salvegera damezirandina PKK'ê de govenda ku bi sedan gerîlayan, di esasê xwe de banga azadiyê bû. Ew ne bi tenê govendek bû, ew çalakiyek bû. Ji ber ku bi stranên azadiyê, bi helbestên azadiyê, bi agirê azadiyê bi sedan gerîla li hev civiyan û ew roj pîroz kirin."

'GERÎLA BI XWE JÎ HEBÛNEKE HUNERÎ YE'

Gerîla Bermal di axaftina xwe de anî ser ziman ku, Gerîla bi xwe jî hebûneke hunerî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Şerê ku gerîla dide meşandin şerekî çandî ye. Dema ku em xebatên çand û hunerê jî didin meşandin, em li ser vê ferasetê didin meşandin. Li çiyayan xebatên bi vî rengî, em wekî çalakî digirin dest. Armanca me ya ji vê tûrneyê ev bû ku em bi van xebatan, bi reng û feraseta jinê hunera gerîla û hestên gerîla bigihînin civakê. Em dixwazin bi stranan hebûna gerîla nîşanî civakê bidin. Di van milan de xebatên me dom dikin. ji bo me gelek bi wate bû. Ji ber ku em gav bi gav geriyan, me gelek hevalên nû jî nas kir. Mirov vê yekê dibîne bê pergal şerekî çandî yê çawa dide meşandin. Lê belê dema mirov lê dinihêre ciwanên 18 salî bi feraseta azadiyê tevdigerin, xwedî li çanda xwe derdikevin, çanda xwe hembêz dikin. Stranek jî ji bo wan ciwanan perspektîfa pêşerojê ye."

'GERÎLAYAN BI COŞ Û MORAL GOVEND GERANDIN'

Endama Koma Kevana Zêrîn gerîla Xwezan jî di destpêka axaftinên xwe de 40'emîn salvegera PKK'ê li her kesî pîroz kir û got; "Ciwantiya 27'ê Mijdarê, ev çil sal in ciwantiya xwe diparêze. Vê yekê jî kelecaneke cuda li ba min ava kir. Dijmin 24 saetan li hemberî me antîpropagandayê dide meşandin. Me xwest bi vê tûrneyê rastiyê nîşanî dijmin bidin. Di tûrneyê kêfxweşiya me di asta herî jor de bû. Ji bo koma me ya Amara xebatên me hîna berdewam dikin. Bi rastî jî hevalên ku di vê qadê de dixebitin îlhameke pir cuda dan me. Me li 15 cihan konsêr pêk anî. Li hinek cihan jî govêndên pir mezin hatin gerandin. Bangewaziya me li ciwanên me ev e ku, bila bên tevlî govenda azadiyê bibin. Her ku govenda me mezin dibe, dijmin jî ew qas biçûk dibe."