Berlînale ya 68'emîn dest pê kir

68'emîn Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî (Berlînale) dest pê kir. Di destpêka festîvalê de fîlmê bi navê "Îsle of Dog" ê derhêner Wes Anderson hate nîşandan.

Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî (Berlînale), ku piştî Cannes û Venedîkê weke sêyemîn festîvala herî mezin a fîlman a cîhanê tê naskirin, cara 68'an tê lidarxistin.

Berlînale ku yekemcar sala 1951'ê pêk hat, bi nîşandana fîşmên polîtîk, hunerî û xweser balê dikişîne ser xwe. Di bernameya festîvala îsal de jî gelek fîlmên bi vî rengî hene.

Festîvala ku duh (15'ê Sibatê) dest pê kir wê heta 25'ê Sibatê bidome. Mîna par, wê îsal jî di beşên Panomara, Forûm, Forûma Berfireh, Klasîk Generatîon û gelek beşên din de 285 fîlm, 7 hezar û 991 berhem hatin hilbijartin û wê bên nîşandan.

Xelata herî mezin a festîvalê "Hirçê Zêrîn" e. Ji bo wergirtina vê xelatê 19 fîlm wê bikevin pêşbirkê.