ROJANE
Hemû Nûçe
-
MARDEF’ê têkildarî Komkujiya Sêwasê daxuyanî da
MARDEF’ê di salvegera Komkujiya Sêwasê de daxuyanî da û diyar kir ku li Otela Madimakê 33 rewşenbîr û kedkarên Elewî hatin şewitandin û qetilkirin û got ku komkujî bûne kevneşopiyên dewletê. -
Tulay Hatîmogûllari: Krîza li Sûriyeyê bi hevdîtina bi Kurdan re çareser dibe
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Rêya rastî ya lihevkirina bi Şamê re ji Qamişlo û Kobanê derbas dibe." Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê jî da û berxwedana dayikan silav kir. -
Çawişên pispor ên dest dirêjî zarokan kirin, hatin berdan
Çawişên pispor ên Tirk ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê dest dirêjî 2 zarokan kirin, piştî hatin binçavkirin hatin berdan. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku girtiyên din ên li Îmraliyê ku 40 meh in ti agahî ji wan nayê wergirtin, parêzeran serlêdaneke nû kirin. -
Gel ji bo qurbaniyên Madimakê dimeşe
Ji bo qurbaniyên di Komkujiya Madimakê de hatin qetilkirin bi hezaran kes dimeşin. -
Du parêzer hatin binçavkirin
Parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) hatin binçavkirin. -
HBDH: Rizgarbûna Elewiyan girêdayî yekîtiya gelê Kurd û karkeran e
HBDH’ê kesên ku li Sêwasê hatin qetilkirin bi bîr anî û got: ‘’ Rizgarbûn û azadiya kedkarên Elewî girêdayî yekbûna têkoşîna çîna karker û gelê Kurd e.’’ -
Meşa 'Hurmeta li îradeyê' li ser rêya Êlihê ye
Meşvanên 'Meşa Hurmeta li îradeyê' ku ji aliyê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ahte destpêkirin, ji Edeneyê ber bi Êlihê bi rê ketin. -
Milîsên HBDH’ê li Bûrsayê tesîsa jinûve hilberandinê şewitandin
Milîsên Hasret Gultekîn ên HBDH’ê ragihandin ku wan ji bo bîranîna qurbaniyên li Sêwas/Madimakê, tesîseke jinûve hilberandinê li Bûrsayê dane ber agir. -
Li dijî Sûriyeyiyan pogrom: Êrîşên nijadperestî belav bûn
Li Tirkiyeyê nîjadperest û faşîst di tevahiya şevê de li gelek bajaran êrîşê cihên kar-malên Sûriyeyî kirin û talan kirin. Pir kes jî rastî lînçkirina komî hatin. -
Li Colemêrgê komek nû nobetê dewr girt
Li Colemêrgê nobeta “rêzgirtina ji vînê re” hefteyeke dewam dike. Nobet ji aliyê koma 4’emîn a Wan û navçeyên navendî ve dewr hat girtin. -
Hevseroka DAD'ê: Em dest ji welatîbûna wekhev bernadin
Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan destnîşan kir ku wê têkoşîna ji bo welatîbûna wekhev dewam bikin û got, "Ev yek têkoşîneke topyekûn e." -
ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Viyan Tekçe: Ew ê nikaribin vê têkoşîn, biryardarî û yekîtiyê bişkînin
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe di çalakiya nobetê ya li Qada Şîşhane ya li dijî desteserkirina vînê de axivî û got: “Ew ê nikaribin vê têkoşîn, biryardarî û yekîtiyê bişkînin û me bitirsînin.” -
'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye: Em rejîma mêtînger qebûl nakin
"Meşa Rêzgirtina li Vînê" ya DEM Partiyê li Stenbolê dabû destpêkirin, gihişt Edeneyê. -
Viyan Tekçe bi Îmamoglû re hevdîtin kir: Qeyûm ji bo me hemûyan xetere ye
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Îmamoglû di serdana Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe de got, "Pirsgirêka qeyûman ji bo me hemûyan xetere ye." -
Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn: Li 10 bersûcan cezayê muebbetê hate birîn
Di Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê de biryar hate dayîn. Li 10 bersûcan cezayê muebbeta giran hate birîn. -
Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Demildest tecrîdê rakin
Xizmên girtiyan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ku di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” de li hev civiyan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê serî li dadgehê hate kirin
OHD û Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê serdî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê dan. -
Temellî: Polîtîkaya nefretê ya desthilatdariyê rê li ber êrîşên nîjadperest vedike
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser êrîşên nijadperest ên li Kayseriyê û got, “Polîtîkaya nefretê ya desthilatdariyê rê li ber êrîşên nîjadperest vedike.” -
Baroya Şirnexê bertek nîşanî talankirina xwezayê da
Baroya Şirnexê bertek nîşanî talankirina xwezaya Botanê da ku bi destê cerdevan û leşkerên Tirk pêk tên. -
Meşa 'Hurmeta li Îradeyê' ji Enqereyê ber bi Edeneyê ve dewam dike
Meşvanên çalakiya 'Hurmeta li Îradeyê' ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê destpê kiriye, ji Enqereyê berê xwe dan Edeneyê. -
MAK’ê li Amedê trafoya tîmên taybet hedef girt
Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan li navçeya Sûr a Amedê li dijî trafoya ku ceyranê dide navenda tîmên taybet çalakiyeke sabojajê li dar xistiye. -
Hejmara nû ya Serxwebûn derket
Hejmara 510’an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta ‘Em bi rengê Zîlanê xwedî li Rêber Apo derbikevin!’ derket. -
Milîsên HBDH'ê li Gebzeyê çalakî kirin
Milîsên Helmet Gabar (Diyar Xerîb) ên HBDH'ê ragihandin ku li Gebzeyê li depoya febrîqeyekê çalakiya sabotajê kirine.