Li Colemêrgê komek nû nobetê dewr girt

Li Colemêrgê nobeta “rêzgirtina ji vînê re” hefteyeke dewam dike. Nobet ji aliyê koma 4’emîn a Wan û navçeyên navendî ve dewr hat girtin.

LI DIJÎ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ NOBET

Çalakiya nobetê ya ku li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li ser biryara Wezareta Karên Hundir, di 25’ê Hezîranê de bi dirûşma “Rêzgirtina ji vînê re” hatibû destpêkirin dewam dike. Koma 4’emîn a ji navçeyên navendî yên Wanê û Wanê nobet dewr girtin. Çalakiya nobetê ya ku di roja xwe ya 7'emîn de li ber Bazara Gel a Şaredariyê berdewam kir, bi hezaran kes ziyaret kirin.

Di nobetê de ku klam hatin gotin û coşek mezin hebû, pankartên wekî "Em ê tecrîdê bişkînin û qeyûman bişînin", "Ne qeyûm û ne jî tecrîd, ji gelê Kurd re azadî", "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin dagirkirinê " û her wiha dovîzên "Rêz ji vînê re bigirin", "Ji qeyûm re na" û "Ji desteserkirina vînê re na" hatin daliqandin.

Nobet heta derengiya şevê dewam kir.