Meşa 'Hurmeta li Îradeyê' ji Enqereyê ber bi Edeneyê ve dewam dike

Meşvanên çalakiya 'Hurmeta li Îradeyê' ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê destpê kiriye, ji Enqereyê berê xwe dan Edeneyê.

Meşa 'Hurmeta li Îradeyê' ku li dijî desteserkirina şaredariyê ji Stenbol û Îzmîrê destpê kir, 30'ê Hezîranê gihîştibû Enqereyê. Meşvanan îro ji Enqereyê berê xwe dan Edeneyê.

Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn diyar kir ku wê îradeya gel biparêzin û got, "Weke ku tê zanîn, dest li ser îradeya xelkê Colemêrgê hate danîn."

Yilmaz Hûn diyar kir ku diyar kir ku navê desteserkirina îradeyê 'qeyûm' e û got, "Gelê Kurd wê tevî dostên xwe li dijî vê desteserkirina îradeyê heta dawiyê li ber xwe bide."

Piştî daxuyaniyê meşvanan dest bi meşê kirin.