Du parêzer hatin binçavkirin

Parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) hatin binçavkirin.

BINÇAVKIRINA PARÊZERAN

Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD) ê Stenbolê parêzer Naîm Emînoglû û endamê şaxê parêzer Doga Încesû îro serê sibê di serdagirtina malan de, hatin binçavkirin. Derbarê parezerên birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de biryara astengkirina hevdîtina parêzeran a 24 saetan hate dayîn. 
 
ÇHD derbarê binçavkirinan de bi ser hesaba xwe ya medya dîjîtal daxuyanî da û wiha got: “Ji Rêveberên şaxa me Prz. Naîm Emînoglû û endama me Prz. Doga Încesû îro serê sibê ji hêla polîsan ve bi îşkenceyê hatin binçavkirin û wan birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê. Bila êrişên ser parêzeran dawî bibin û hevalên me demildest werin berdan. Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di çarçoveya dosyeyê de, derbarê parêzeran de biryara astengkirina hevdîtinê ya 24 saetan daye. Em li dijî biryarên derveyî hiqûqî, sepanên keyfî,  êriş û astengiyên li dijî parastinê, bang li hemû hempîşeyên xwe dikin û wan vedixwînin piştevaniyê.”