Viyan Tekçe: Ew ê nikaribin vê têkoşîn, biryardarî û yekîtiyê bişkînin

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe di çalakiya nobetê ya li Qada Şîşhane ya li dijî desteserkirina vînê de axivî û got: “Ew ê nikaribin vê têkoşîn, biryardarî û yekîtiyê bişkînin û me bitirsînin.”

Çalakiya nobedê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ku li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, dabû destpêkirin di roja 24’an de berdewam dike. Tevî gelek saziyan Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de tîşortên "Qeyûm biçe" hatin daliqandin û pankarta "Taksîm, Colemêrg ji bo 1'ê Gulanê ya me ye" hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Qeyûm biçe, em ê bimînin", "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.

Hevserokê Navçeya Ûmraniyê yê DEM’ê Halîs Yakut diyar kir ku dewletê di dîrokê de li dijî gelê Kurd polîtîkayên qetlîamê pêk aniye û got, “Pergal her tim li gelê Kurd zilmê dike. Îdam û hovîtiya ku li Şêx Seîd tê kirin îro tenê şiklê xwe guheriye. Gelê Kurd her tim berxwedan nîşan daye.”

Piştre welatiya bi navê Aysel Koca ya ji Colemêrgê hat û tevlî çalakiyê bû axivî û diyar kir ku wê silavên xwe ji Colemêrgê ji nobedarên edaletê re anîne û wiha got: “Ez wekî Colemêrgiyekê bi rûmet im ku li vir im. Qeyûm darbeyek e. Em li vir ji darbeyê re dibêjin na. Em ê heta dawiyê nobeda xwe bidomînin.”

Rêvebera DEM Parti Gîzem Koca gotinên polîsan ên ji Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç re bi bîr anî û wiha got: “Yên ku pişta xwe didin mêran/dewletê gefê li jinan dixwin, bila zanibin ku em ê rê nedin ku berxwedana me bişkînin. Guler Tunç vîna jinê ye. Em rê nadin ku hûn vîna me bişkînin."

Parêzer Kemal Aytaç di axaftina xwe de desteserkirina vîna gelê Colemêrgê weke faşîzm nirxand.

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê yên Stenbolê (OHD) Serhat Çakmak jî diyar kir ku hikûmet hiqûqê weke amûr bi kar tîne û got: “Hiqûq ji bo qeyûman dibe rê. Armanca me ew e ku em edaletê pêk bînin."

Di dawiyê de Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe axivî û got: “Ew ê nikaribin vê têkoşîn, îrade û yekîtiyê bişkînin û nikaribin me bitirsînin. Em vê nêzîkatiya qeyûman a darbeyê qebûl nakin. Ev biryar ji bo me derbas nabe. Em jî wekî hevşaredar têne hilbijartin. Ti hêz û biryar nikare vê biryarê biguherîne. Di şexsê min de mafê jinê yê dengdayîn û hilbijartinê ji dest hatiye girtin. Em li qadan in, em ê dev jê bernedin û nikaribin me bêdeng bikin.”

Çalakî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.