ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê wê bêne şopandin.

Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan destnîşan kir ku wê têkoşîna ji bo welatîbûna wekhev dewam bikin û got, "Ev yek têkoşîneke topyekûn e."

Gerîlaya YJA Starê Newroz Dersîm diyar kir ku Zîlan banga ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê bidin ser şopa Zîlan."

Artêşa Tirk a dagirker-qirker li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li tunelên berxwedanê meha Hezîranê 129 caran çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar anî.

Bi qasî têkoşîna wan her wiha şehadeta du lehengên Kurdistanê Şêxmûs Mİlazgir û Aso Ferzad jî bi rûmet bû. Teslîm nebûn, dilê dijmin xweş nekirin. Bi sekna xwe bûn nûnerê rêya azadiyê, bûn nîşaneya serketinê.