Meşa 'Hurmeta li îradeyê' li ser rêya Êlihê ye
Meşvanên 'Meşa Hurmeta li îradeyê' ku ji aliyê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ahte destpêkirin, ji Edeneyê ber bi Êlihê bi rê ketin.
Meşvanên 'Meşa Hurmeta li îradeyê' ku ji aliyê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ahte destpêkirin, ji Edeneyê ber bi Êlihê bi rê ketin.
'Meşa hurmeta li îradeyê' ku DEM Partiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ji Stenbol û Îzmîrê da destpêkirin, 1'ê Tîrmehê gihîştibû Edeneyê.
Meşvan şeva xwe li bajêr derbas kir û piştre berê xwe dan Êlihê.
Meşvan serê sibehê li ber avahiya DEM Partiyê ya Edeneyê li hev kom bûn û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê" û tilîliyan hatin birêkirin.