Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku girtiyên din ên li Îmraliyê ku 40 meh in ti agahî ji wan nayê wergirtin, parêzeran serlêdaneke nû kirin.
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku girtiyên din ên li Îmraliyê ku 40 meh in ti agahî ji wan nayê wergirtin, parêzeran serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza dîtina muwekîlên xwe, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç serlêdan kirin.
Di serlêdanê de daxwaza dîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hate kirin.