Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn: Li 10 bersûcan cezayê muebbetê hate birîn

Di Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê de biryar hate dayîn. Li 10 bersûcan cezayê muebbeta giran hate birîn.

Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrîşî mîtînga aştiyê ya Qada Gara Trenê ya Enqereyê kir. Di êrîşa bombeyî de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûn.

Danişîna biryarê ya dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin.

Di danişînê de li girtî Hakan Şahîn, Resul Demîr, Îbrahîm Halîl Alçay, Haci Alî Durmaz, Erman Ekîcî, Talha Guneş, Huseyîn Tunç, Metîn Akaltin bi îdiaya “Bi zanebûn 100 kes kuştine” cuda cuda 100 caran cezayê muebbeta girankirî hate birîn. 

Ji bo birîndaran jî li heman bersûcan bi sûca “teşebûsa kuştina bi zanebûn” 379 caran 18 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.