HBDH: Rizgarbûna Elewiyan girêdayî yekîtiya gelê Kurd û karkeran e

HBDH’ê kesên ku li Sêwasê hatin qetilkirin bi bîr anî û got: ‘’ Rizgarbûn û azadiya kedkarên Elewî girêdayî yekbûna têkoşîna çîna karker û gelê Kurd e.’’

Komîteya Rêveberiyê ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi boneya salvegera Qirkirina Sêwasê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Naveroka daxuyaniya HBDH’ê bi vî rengî ye:

‘’Sêwas… Madimak… di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de bi destê dewleta faşîst li Tirkiyeyê û Kurdistanê qirkirineke xwîndar pêk hat. 33 şoreşger, rewşenbîr û hunermend bi saxî hatin şewitandin û qetilkirin.

Weke hemû caran li hemberî têkoşîna şoreşgerî bersiva faşîzmê bûbû qirkirin. Bi vê qirkirinê li dîroka dewleta Tirk qirkirineke din zêde bû. Qirkirina Sêwasê ne qirkirina yekem faşîzmê bû û ne jî ya dawî bû. Di dîroka şoreşa me ya yekbûyî de gelên bindest bi gelek qirkirinan re rû bi rû mane. Qirkirinên Dersîm, Agirî, Mereş û Çorûmê polîtîkayeke dewletê ya serdestan e. Serdestên faşîst girêdayî vê rastiya xwe  li dijî civakên şoreşger û demokrat teror û faşîzmeke zêde dijwar pêk anîn.

Qirkirina Sêwasê jî ji ber van sedeman hate birêxistinkirin. Dewleta Tirk ev qirkirin bi bikaranîna komên olperest û faşîst pêk anî. Lêpirsîna Qirkirina Sêwasê tu caran nehate kirin. Her wiha sûcdarên faşîst yên ku Madimak şewitandin û Qirkirina Sêwasê pêk anîn, serbest hatin berdan.

Azadî û rizgarbûna kedkarên Elewî yên bindest û tune tên hesibandin girêdayî yekbûna têkoşîna çîna karker û gelê Kurd e.Ji bo ku bersivdayina qirkirinên nû yên faşîzmê û têkbirina pergala faşîst a qirker divê em têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî pêş bixin. Divê karker û kedkar li hemberî gefên li dijî kedkarên Elewî bê deng nemînin. Rizgarbûn di destê me de ye û girêdayî têkoşîna şoreşgerî û birêxistî ye.’’