MAK’ê li Amedê trafoya tîmên taybet hedef girt

Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan li navçeya Sûr a Amedê li dijî trafoya ku ceyranê dide navenda tîmên taybet çalakiyeke sabojajê li dar xistiye.

Milîsên Azadiya Kurdistanê têkildarî çalakiya xwe ya sabotajê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Di 27’ê Hezîranê saet 23.00’yan de li herêma Riclik a navçeya Sûrê ya Amedê trafoya girêdayî DEDAŞ’ê ya ku ceyranê dide midûriyeta tîmên taybet ji aliyê mîlîsên me ve bi taktîka sabotajê hate bombekirin. Di encama çalakiyê de trafo teqiya û îmha bû û vê yekê kir ku tirseke mezin li gel dagirkeran peyda bibe. Her wiha milîsên me bi awayekî ewle ji cihê bûyerê dûr ketine.’’

MAK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser mijarên weke; şewatên ku li Kurdistanê bi destê DEDAŞ’ ê tên derxistin, zext û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên her ku diçe zêde dibin û tecrîda li Îmraliyê û ev yek jî anî ziman: ‘’Em newiyên bi hezaran însanên li Geliyê Zîlan û Dersîmê ne ku wan însanan li ber xwe dane û hatin qetilkirin. Em tola bi hezaran zarok û însanên me ne ku li Helebce û Amûdê hatine qetilkirin. Em Kurdistaneke azad deyndarê bi hezaran şehîdan e ku ji Agiriyê heya Mehabadê li ber xwe dane û ji bo azadiya Kurdistanê şer kirine. Girêdayî vê yekê divê hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê qirêjiya zîhniyeta dijmin eşkere bikin û ji bo têkbirina dagirkirina Kurdistanê bi hemû hêza xwe seferber bibin û tevlî seferberiya çalakî û birêxistinbûnê bibin.’’