Hejmara nû ya Serxwebûn derket

Hejmara 510’an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta ‘Em bi rengê Zîlanê xwedî li Rêber Apo derbikevin!’ derket.

SERXWEBÛN

Rojnameya Serxwebûn derbarê salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku sala 1996’an çalakiya fedayî pêk anî û ji bo bal kişandina ser pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bi manşeta ‘Em bi rengê Zîlanê xwedî li Rêber Apo derbikevin!’ derket.

Di vê hejmara Serxwebûn de, nivîsa bi sernava ‘Li dijî dewlet-netewê, civaka exlaqî-polîtîk’ ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin.

Di vê hejmarê de daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê ya bi sernava ‘Em bi tarzê Zîlanê wezîfeyên xwe yên demê bi cih bînin û serketinê teqez bikin’ cih girt.

Di nivîsa edîtoryal a rojnameyê de, têkildarî şerê cîhanê yê sêyemîn û şerên cîhanê yên berê analîz hatiye nivîsîn.

Nivîsa Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a bi sernavê “Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî îvmeyeke nû bi têkoşînê da qezenckirin” di rojnameyê de heye.

Di hejmara meha Hezîranê ya rojnameyê de ji aliyê Bozan Tekîn ve nivîsa “Di sedsala duyemîn de xwedubarekirina dewleta Tirk a mêtinger-qirker” hate nivîsandin.

Nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî bi sernavê “Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî, pêngaveke îdeolojîk e” di rojnameyê de cih digire.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan jî di nivîsa xwe ya “Têkoşîna Sala 21’an a Pêngava 1’ê Hezîranê, wê serketinê bîne” de diyar dike ku têkoşîna berxwedana topyekûn a pêngavê dewam dike.

Di hejmara meha Hezîranê de, nivîsa Têkoşîn Ozan a bi sernavê “Êziditî abîdeya çand û baweriya herî kevn a dîrokê ye” heye.

Her wiha nivîsa Alî Haydar Kaytan a bi sernavê “Rastiya Rêbertî, tevgera civakbûnê ya herî xurt e” jî di rojnameyê de cih digire.