Viyan Tekçe bi Îmamoglû re hevdîtin kir: Qeyûm ji bo me hemûyan xetere ye

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Îmamoglû di serdana Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe de got, "Pirsgirêka qeyûman ji bo me hemûyan xetere ye."

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe û şandeya pê re bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû re hevdîtin kirin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê li gel Viyan Tekçe çûn serdana Îmamoglû. Ekrem Îmamoglû, Hevşaredar Viyan Tekçe û şandeya pê re pêşwaz kirin.

Hevşaredar Viyan Tekçe di serdanê de diyar kir ku girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş biryareke siyasî ye û anî ziman ku ku piştgiriya bajarekî weke Stenbolê girîng e. Viyan Tekçe da zanîn ku bi desteserkirina şaredariyê vîna gel ji nedîtî ve hat û ji Îmamoglû xwest ku bêhiqûqî û neheqiya li hemberî desteserkirina vîna gel bîne rojeva raya giştî.

Îmamoglû jî diyar kir ku li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş tayînkirina qeyûm bêbextî ye û got: “Helbet tayînkirina qeyûm ne rast e. Weke Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê vê rewşê bikim rapor û pêşkêşî encumenan bikim. Ji bo ku îradeya meclîsa şaredariyê bi qanûnê pêk were ez ê bixebetim. Pirsgirêk qeyûman ji bo me hemûyan xetere ye. Heke pêkanînên bi vî rengî bidomin wê li Tirkiyeyê tiştekî bi navê demokrasî nemîne.”