Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê serî li dadgehê hate kirin

OHD û Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê serdî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê dan.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo betalkirina desteserkirina erka Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê dan. Piştî serlêdanê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Hevserokên bajar ên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wanê, Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Ozçelîk Bîngol, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, serokên baroyên Wan û Colemêrgê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 

ÎRADEYA GELÊ KURD HATIYE XESPKIRIN’

Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter diyar kir kir ku bi tayînkirina qeyûm re îradeya gelê Kurd hatiye xespkirin. Yeter, got ku sepana qeyûm di qeydên hiqûqê û peymanên civakî de tune ye û ev tişt anî ziman: “Me dozeke îdarî û hiqûqî vekir. Me di dozê de got ku biryara hatiye dayîn li dijî şertên rêveberiyên herêmî yên Ewropayê, peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê îmze kirine û rêgeza rêveberiyên herêmî ye. Tayînkirina qeyûm, ji bilî talan, înkar û mêtingeriyê tu tiştekî din nîne. Lewma ji bo gel tu aliyekî wê yê rewa nîne.” 

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Sevda Ozçelîk Bîngol jî diyar kr ku ew vê helwesta xespkirina îradeyê qebûl nakin û dê hem ji hêla hiqûqî ve hem jî ji hêla siyasî û civakî ve têbikoşin. Ozbîngol, sepana tayînkirina qeyûman a ji sala 2016’an heta niha bi bîr xist û da zanîn ku îradeya gel hatiye xespkirin û pêvajoyeke derhiqûqî ya mezin hatiye kirin. 

Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan jî got ku dosyaya lêpirsînê û ya teqîbatê ya Akiş weke hinceta tayînkirina qeyûm hatiye nîşandan. Canan, anî ziman ku ew vê biryara neheq û derhiqûqî qebûl nakin. Canan, diyar kir ku rejîma qeyûman bi sala ye di meriyetê de ye û got ku ew ji bo bidawîkirina van sepanên derhiqûqî li vir in. 

‘BI RÊYA QEYÛMAN PÊŞEROJA ZAROKAN TARÎ DIKIN’ 

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî destnîşan kir ku ew bi gelê Colemêrgê re ne û axaftina xwe wiha qedand: “Em li dijî derhiqûqtiya li wan hatiye kirin in. Bi vê sepanê bi sala ye demokrasî tê binpêkirin. Gelê Kurd di her hilbijartinê de îradeya xwe nîşan da. Lê îktîdara siyasî li şûna ku vê îradeyê nas bike, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî ev îrade tune hesiband. Bi rêya qeyûman pêşeroja zarokên me tê tarîkirin, mafên destûra bingehîn tên binpêkirin û tu feydeyeke van sepanan ji bo gel nîne. Weke Baroya Wanê em ê li dijî vê derhiqûqtiyê xwedî li îradeya gelê xwe derkevin.”