BI DÎMEN

Gel ji bo qurbaniyên Madimakê dimeşe

Ji bo qurbaniyên di Komkujiya Madimakê de hatin qetilkirin bi hezaran kes dimeşin.

SALVEGERA MADIMAKÊ

33 rewşenbîrên li Otela Madimakê ya li navenda Sêwasê di 2'ê Tîrmeha 1993'an de hatin qetilkirin, di savlegera 31'emîn de hatin bîranîn.

Bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) bi hezaran kes li hev kom bûn û ji ber Komeleyên Haci Bektaş Velî dest bi meşê kirin. Di meşa ber bi Otela Madimakê de wêneyên rewşenbîran hatin hildan, ku di komkujiyê de hatin qetilkirin. Her wiha pankarta bi nivîsa "Rêya me bilind e, ronahiya me venamire, Pîr Sûltanên ber bi bêdawîtiyê ve meşiyan namirin" hate hildan. Di dema meşê de navên kesên jiyana xwe ji dest dan yek bi yek hatin xwendin. Di vê kêliyê de girseyê jî got, 'dijî'.

Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş tevlî meşê bûn.

Her wiha tevî rêxistinên Elewiyan nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî kortejê bûn.