'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye: Em rejîma mêtînger qebûl nakin

"Meşa Rêzgirtina li Vînê" ya DEM Partiyê li Stenbolê dabû destpêkirin, gihişt Edeneyê.

MEŞA RÊZGIRTINA LI VÎNÊ

"Meşa Rêzgirtina li Vînê" ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina vînê dabû destpêkirin, gihişt Edeneyê. Meşvanên li Parka Înonu hatin pêşwazîkirin, li vir tevî astengiyên polîsan jî daxuyanî dan.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo bi bîr xist ku ew ji bo mafê hilbijartin û hilbijirînê dimeşin û got: “Em ji bo her kesê komareke wekhev, azad û demokratîk dixwazin”

Cupolo anî ziman ku pergala qeyûm di dema AKP-MHP û Kenan Evren de hatiye pêkanîn û wiha berdewam kir: “Desthilatdarî dibêje, ‘Me Rewşa Awarte rakir û wekhevî anî’. Digotin, ‘Me destûrê daye parastina bi zikmakî’. Ew li kolanê cuda, li trîbûnan lîstikên cuda dilîzin.”

Cupolo da zanîn ku ew ê bi têkoşînê azad bibin û got: “Têkoşîna vî gelê ku hemû jiyana wan veguheriye şer mafdar e, maf jî li gel me ye û gel jî li gel me ye. Em ê ji Edîrneyê heta Îdir, ji Îzmîrê heta Edeneyê, ji Edeneyê heta Colemêrgê bi têkoşîna rêxistinkirî azad bibin.”

POLÎSAN ÊRÎŞÎ ROJNAMEVANAN KIR

Girseyê piştî axaftin û çalakiya rûniştinê xwest heta pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partî ya Edenyê ya li Kolana Cemal Gursel bimeşin. Polîsan diyar kir ku ger dirûşme bên berzkirin wê mudaxeleyî girseyê bikin. Polîsan êrîşî girseya ku li ser kolanê meşiyan û dirûşme berzkirin, kir. Rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin derbkirin.

Girseyê tevlî astengiyên polîsan jî heta avahiya bajêr meşiyan.