Milîsên HBDH’ê li Bûrsayê tesîsa jinûve hilberandinê şewitandin

Milîsên Hasret Gultekîn ên HBDH’ê ragihandin ku wan ji bo bîranîna qurbaniyên li Sêwas/Madimakê, tesîseke jinûve hilberandinê li Bûrsayê dane ber agir.

MILÎSÊN HBDH'Ê

Milîsên Hasret Gultekîn ên HBDH’ê wiha gotin: “24’ê Hezîranê nîva şevê li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê li Sîteya Xurdekaran tesîseke jinûve hilberandinê hate şewitandin.

Di çalakiyê de tesîs bi temamî bû xwelî, her wiha kepçe û pîkabek jî hate şewitandin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev çalakî ji bo bîranîna 33 canên ku li Sêwas/Madimakê bi hovane hatin qetilkirin, hate lidarxistin û hat gotin ku wê hesabê vê komkujiyê ji ‘paşverû’ û ‘faşîstan’ bê pirsin!

HBDH’ê bang li gelê Elewî kir ku beşdarî nav refên HBDH’ê bibin.