KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dayika Şehîd Yildirim: Li hemberî vê zilmê êdî bêdeng nemînin
Dayika Mehmet Yildirim ê ji aliyê artêşa Tirk ve şehîd hate xistin Ziynet Yildirim diyar kir ku divê êdî kes li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne û got, "Bila dewlet ji me re nebêje 'xwişk û birayên me yên Kurd'. Em xwişk û bira nînin. Me dikujin." -
Xelkê Colemêrgê û kesên hilbijartî li dijî xespkirina vînê çalakî dikin
Bi tevlîbûna Hevserokên DBP’ê û bi sedan kesan li dijî xespkirina vîna Wanê meş hat lidarxistin. Di meşê de ji bo daxuyaniya wê sibê bê dayîn bang hat kirin. -
Duşunmez: Em bang li gelê xwe dikin ku li ber xwe bidin
Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û got, “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî desteserkirina îradeyê bibin dengê daxwazên rewa yên xelkê Colemêrgê.” -
TAJÊ û YJŞ'ê name ji DMME'yê re şand: Mafê hêviyê bi cih bînin
TAJÊ û YJŞ'ê têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand û jê xwest, mafê hêviyê bi cih bîne. -
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê bang kir: Heta şaredariya xwe vegerînin em li qadan bin
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û got, "Heta ku şaredariya xwe vegerînin em dakevin qadan." -
Dîmenê çalakiyên ku bi teknîka taybet hate lidarxistin, hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyên li Zapê weşand ku bi teknîka taybet li dijî artêşa Tirk a dagirker hate lidarxistin. -
Şaredariya Colemêrgê hate desteserkirin
Şaredariya Colemêrgê hate desteserkirin û qeyûm li ser hate danîn. -
Serdegirtina şaredariya Colemêrgê tê şermezarkirin
Endamên DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî serdegirtina Şaredariya Colemêrgê û binçavkirina Hevşaredar Siddik Akiş dan. -
Gabar: Pêngava 1’ê Hezîranê destwerdana xeta Apoyî ya li dijî tasfiyekeran e
Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mezlûm Gabar, diyar kir ku Pêngava 1'ê Hezîranê destwerdana xeta Apoyî ya li dijî hêzên komploger û tasfiyekeran e û got, "Xwestin tevgerê ji xeta serketin û serfiraziyê dûr bixin û baweriya tevgerê bişkînin." -
HPG’ê Bîlançoya meha Gulanê eşkere kir: 43 dagirker hatin cezakirin, SÎHA’yek hate xistin
HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir. Gerîlayan 82 çalakî kirin, 43 dagirker hatin cezakirin. SÎHA’yek hate xistin, gelek kel û pelên leşkerî hatin îmhakirin. Dagirkeran jî 286 caran bi çekên kîmyewî, 37 caran jî bi teqemeniyên qedexe êrîş kirin. -
Nasnameya gerîlayê şehîd hat eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li Mêrdînê şehîd bû, eşkere kir û got: “Hevrêyê me Welat bû nûnerekî girîng ê yekîtiya neteweyî ya gelê me.” -
Hevşaredarê Colemêrgê hate binçavkirin
Hat zanîn ku polîsên Tirk bi ser şaredariya Colemêrgê de girtine û hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê binçav kirine. -
KCK’ê banga xwedîderketina berxwedana li zindanan kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir ku xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin û li dijî sîstema tecrîd-êşkenceyê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin. -
Gerîlayan li dagirkeran xist: Konteynirek û mewziyek hat îmhakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê sê caran bi teknîkeke taybet li leşkerên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama çalakiyê de konteynirek û çeperek hate îmhakirin. -
Civîna hevşaredaran: Xizmetên şaredariyê têne astengkirin
Beriya civîna hevşaredaran a li Amedê Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî daxuyanî da û diyar kir ku hikumet bi biryarên 'tedbîrên teserûfê' xizmetên şaredariyan asteng dike. -
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 16 caran li artêşa Tirk a dagirker xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 16 çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistin. Dagirkerên ku li hemberî gerîla bêçare mane çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar anîn û sûcê şer kirin. -
Îranê kolberek din qetil kir
Hêzên Îranê li sînorê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin û avêtin avê. -
HPG'ê şehîdek bi bîr anî
HPG'ê gerîlayê li Meletiyê di 2'ê Hezîrana 2017'an de şehîd bû bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Azad bi jiyana xwe ya sade, ji dil, hevrêtî, fedakarî û fedaîtiya xwe wê ji aliyê hevrêyên xwe ve timî weke mînak bê dîtin." -
Çiyayên Kurdistanê hêlîna lehengên azadiyê ye
Cotkar Kato ku 5'ê Hezîrana 2016'an li qada Mêrgezer a Cîloyê şehîd bû, yek ji wan gerîlayên azadiyê bû ku bi rengekî herî bi wate jiya. Li pey xwe ala Kurdistanê hişt ku ji bo serketinê li ba ye. -
Karayilan: Yên ku difikirin wê me bi tank, top û xayinan tine bikin di xefletê de ne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xwe dispêre zemîneke civakî û destnîşan kir ku ev rastî bi tank, top, piştevaniya hêzên derve û xayinan tine nabe. -
Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev
Li Êlih, Amed û Colemêrgê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev. -
KCK: Divê her kes li dijî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan bide
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê komkujiya ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî, bi tundî şermezar kir û bang li her kesê kir ku helwest nîşan bide. -
Bafil Talebanî: Eger em bibin yek, em ê mafên xwe garantî bikin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî wiha got: “Eger em bibin yek, em ê mafên xwe garantî bikin. Parçebûn xizmetê ji ti aliyê re nake.” -
Gerîla TV dîmenekî nû yê çalakiyê weşand
Gerîla TV dîmenê kepçeya ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate îmhakirin, weşand. -
Berxwedana li Îmraliyê serketin teqez kir
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, bi îrade û berxwedana xwe serketin teqez kir.