KCK: Divê her kes li dijî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan bide

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê komkujiya ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî, bi tundî şermezar kir û bang li her kesê kir ku helwest nîşan bide.

DAXUYANIYA KCK’Ê

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a qirker û mêtinger car din li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk anîn, gel û hêzên parastinê hedef girtiye. Bi balafirên bê mirov û bi çek li mal, wesayît, komên tenduristiyê hatiye xistin. Di daxuyaniyên hatine dayîn de, hat gotin ku 4 şervanên QSD’ê şehîd bûne û ji gel jî 12 kes birîndar bûne. Ev vê komkujiya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin, bi tundî şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku van êrîşan şermezar bikin û li dijî êrîşan helwest nîşan bidin.

Hate diyarkirin ku wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên xwecihî bên kirin, ev êrîş jî di vê pêvajoyê de pêk hatin. Ev demeke şefê faşîst Tayyîp Erdogan û berdevkên desthilatdariyê dibêjin ku ew ê nehêlin hilbijartin bên kirin û wê asteng bikin. Piştre jî ev komkujî pêk hat. Bi van êrîşan re şefê faşîst Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî wê yekê ye ku li Sûriyeyê civak birînên xwe bipêçe, jiyanê jinûve biafirîne û sîstemeke demokratîk bi dest bixe û car din derket holê ku êrîş bi vê armancê tên kirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku mutlaq dijminê Kurdan e, ji şer tîmar dibe û ji bo ku li Rojhilata Navîn şer hîn kûrtir û belavtir bibe, dixebite. Li ser kûrbûn û belavbûna şer a li Rojhilata Navîn, armanc dike ku siyaseta xwe ya qirkirina Kurdan bidomîne. Hemû êrîşên li ser Rojava, di çarçoveya vê zihniyet û siyasetê de tên kirin.

Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê li Bakurê Kurdistanê bi tayînkirina qeyûm îradeya gelê Kurd desteser dike û ji bo ku li Rojava jî Kurd nebin xwedî îrade, dikeve nava liv û tevgerê û di vê çarçoveyê de êrîşan pêk tîne. Ji ber ku Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê li her derê, li rojhilat, rojava, başûr û bakur dijminê gelê Kurd e. Van êrîşan, ev yek car din nîşan da. Divê hêzên Kurdistanî yên welatparêz li dijî vê zihniyet û siyaseta qirker bi hev re tevbigerin, hevkarî û xiyanetê teşhîr bikin, berxwedan û têkoşînê esas bigirin. Di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê hemû gelên Sûriyeyê jî bi perspektîfa jiyaneke wekhev û hevpar li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hev re tevbigerin. Divê gelên cîhanê yên bindest û hêzên demokrasiyê jî hîn zêdetir piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava. Em bang li her kesê dikin ku li ser vê bingehê li dijî êrîşan bi hestiyar bibin û bi perpirsyarî û rast tevbigerin.”