Bafil Talebanî: Eger em bibin yek, em ê mafên xwe garantî bikin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî wiha got: “Eger em bibin yek, em ê mafên xwe garantî bikin. Parçebûn xizmetê ji ti aliyê re nake.”

DAXUYANIYA YNK’Ê

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi boneya 49’emîn salvegera damezrandina YNK’ê peyamek belav kir.

Talebanî di peyama xwe de got: “Ya ku me dema borî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û ji bo nêzîkkirina aliyan kirî, wê bi heman awayî dewam bike û em dixwazin aştiyek dûrî pêşbaziya li herêmê pêk were. Em ê di aştî û jiyana hevbeş de israr bikin, me deriyê karê hevbeş vekiriye û wê hertim wiha bimîne. Em rêzê li hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê digirin, em dixwazin nakokiyên xwe bi hev re çareser bikin. Pêwîstiya Kurdistanê bi me hemûyan heye, wê yekîtiya me parastina mafê me bixe bin garantiyê û ezmûnên borî ispat kiriye ku parçebûn xizmeta ti aliyek nake. Pêwîste bi xeyalek mezintir û niştimanperwertir, çavê me li jiyana xelkê û dahata giştî ya Kurdistanê be.”