KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Besê Hozat: Divê teqez em azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat: Divê em ji gelek civakan, mirovan tevlî Pêngava Azadiyê bikin. Bi rêbazên hîn dewlemendtir, em fikrê Rêbertî û paradîgmaya wî belav bikin û teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin. -
Ji Bexdayê ji bo hindikahiyên li Başûrê Kurdistanê 5 kursî
Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê Cumane Xelay diyar kir ku Tirkmen, Xiristiyan û Ermenên li Herêma Kurdistanê ya Federal wê bi 5 kursiyan bêne temsîlkirin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne 5 kes hatin binçavkirin. Bi heman hincetê herî kêm 43 Kurd girtî ne. -
Doh 70 malbat vegeriyan, 79 malbat jî wê îro vegerin Şengalê
Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê pêl bi pêl li warê xwe vedigerin. Doh 70 malbat vegeriyan Şengalê û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Tê payin ku îro jî 79 malbat vegerin Şengalê. -
Gerîlayên YJA Starê: Rêber Apo em kirin xwebûn
Gerîlayên ciwan ên YJA Starê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tevahî mirovahiyê re vejîneke nû ye û wiha gotin: “Em dixwazin xwe bigihînin asta heqîqeta Rêber Apo. Bi rastî Rêber Apo em kirin xwebûn. Rêber Apo me fêrî têkoşînê kir.” -
MAK’ê li dijî midûriyeta emniyetê ya Nisêbînê çalakî kir
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li dijî tecrîd û qirkirina leşkerî û siyasî ya dewleta Tirk li dijî midûriyeta emniyetê ya Nisêbînê bi teqemeniyên destçêkirî çalakî kirine. -
HPG'ê cerdevanên ku tevlî êrîşa dagirkeriyê bûne hişyar kir!
HPG'ê hemû cerdevanên ku tevlî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bûne hişyar kir û got, "Cerdevanên ku bi roleke nexêr rabin wê rojekê teqez bêne darizandin û hesab ji wan bêne pirsîn." -
Li Şirnexê kesek hate girtin
Hêzên dewleta Tirk di 16’ê Gulanê de li navçeyên Şirnexê di serdegirtinên malan de 40 kes binçav kiribû û yek ji wan 40 kesan piştî proseya dadgehê hate girtin. -
Dîmenê kepçeya ku hate îmhakirin
Gerîla TV dîmenê kepçeyeke dagirkeran weşand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Zapê hate îmhakirin. -
Bayik: Eger gelê Kurd îro dîrokê dinivîsîne ev yek bi saya şehîdan e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got, "Di bingeha vê tevgerê de têkoşîna şehîdan heye. Eger gelê me îro li ser piyan be, dîrokê dinivîsîne, ji mirovahiyê re dibe hêviyeke mezin, bi saya van nirxan e." -
70 Malbat vedigerin Şengalê
Piştî zextên li ser Malbata Berzanî û rayedarên PDK'ê, îro rê ji 70 malbatan re hate dayîn ku vegerin Şengalê. Bi sedan malbatên din jî amadekarî dikin ku di rojên pêş de vegerin ser cih û warê xwe. -
Gerîlayê HPG’ê Sîdar Serhed şehîd bû
HPG’ê diyar kir ku gerîla Sîdar Serhed (Tûran Derdîyok) şehîd bû û got: “Li dijî hemû êrîşên li dijî gelê me hatine kirin, bi fedayî şer kir û wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi cih anî.” -
Li Geverê tecrîd bi çalakiyan hate protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek taxên Geverê hate protestokirin. -
Gerîlayan Hakî Karer bi bîr anîn
Gerîlayên HPG û YJA Starê yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Hakî Karer bi bîr anîn û gotin, "Bi hêza ji gel û Rêberê xwe werdigirin em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin." -
Li Licê êrîşên dagirkeriyê
Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Şehîd Remzî ya Licê êrîşeke leşkerî ya berfireh da destpêkirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dengê teqînên bihêz û dengê çekan hatiye bihistîn. -
Sempozyûma Zimanê Kurdî didome
1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya ji aliyê Şaxa Wanê ya Egîtîm Sen’ê ve hatî lidarxistin, di roja 2’yan de didome. -
Dadgeha Bexdayê wê têkildarî îtîraza Barzanî bicive
Dadgeha Federal a Bilind a li Bexdayê wê ji bo nirxandina îtîraza Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bicive. -
Li gel astengiya PDK'ê jî Şengalî vedigerin cih û warê xwe
Xelkê Şengalê yê li kampên Başûrê Kurdistanê li gel astengiyên PDK'ê jî vedigerin ser cih û warê xwe. Tenê hefteya derbasbûyî 20 malbat vegeriyan Şengalê û dest bi avakirina jiyana xwe kirin. -
PKK: Rêveberiya PDK'ê û malbata Barzanî xiyanet hîn mezin kirine
Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê diyar kir ku PDK û malbata Barzanî xiyaneta xwe derbasî qonaxeke bilind kiriye û hêzên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re nakin dike hedef. PKK'ê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk û xiyaneta wê bang kir. -
Ciwanên Mexmûrê: Ziman yekane rêya xwenaskirinê ye
Ciwanên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku ji bo zimanê Kurdî divê li cîhanê zagonek taybet were avakirin û wiha gotin: “Ji bo ku em hebûn û rastiya xwe bidin îfadekirin, divê em zimanê xwe di astekî herî pêş de pêş bixin û xwedî lê derbikevin.” -
Ji ber bîra petrolê metirsî li ser jiyana gundiyan heye
Ji ber mazota ku li gundê Mîrgî tevlî ava vexwarinê bûye, heywan bi jehrê ketine, metirsî li ser jiyana gundiyan çêbûye. -
Girtiyê 30 salan Şehmuz Îlhan hate tehliyekirin
Şehmuz Îlhan ku 30 salan ji aliyê dewleta Tirk ve dîl dihat girtin, hate tehliyekirin. -
Çaran hatin bîranîn: Rêya me ronî kirin
Şehîdên meha Gulanê li Şirnex û Amedê hatin bîranîn. Di merasîmên bîranînê de peyama “Şehîdên me rêya me ronî kirin” hate dayîn. -
Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî destpê kir
Bi pêşengiya Şaxa Egîtîm Sen a Wanê, 1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî destpê kir. -
Malbat ji bo xizmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
Xizmên windayan li Dersim, Amed, Colemêrg û Êlihê ji bo xizmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev.