JIN
Hemû Nûçe
-
YPS’ê firoşkarê tiryakê yê AKP’yî ceza kir
Milîsên Tolhildanê yên Zozan Azak ên YPS JIN’ê firoşkarê tiryakê yê AKP’yî ceza kir. -
Hejmara 24'an a kovara Xwebûnê hate weşandin -NÛ BÛ
Hejmara 24'an a kovara Xwebûnê bi manşeta "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya jinê ye" gihîşt ber destê xwendevanên xwe. -
KCDP: Meha Çileyê li Tirkiyeyê 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Li gorî rapora Çile ya KCDP’ê, li Tirkiyeyê 31 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 25 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. -
Li Wanê sê jin hatin destgîrkirin
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê 3 jin hatin destgîrkirin. -
Viyan Soran li Silêmaniyê hate bibîranîn
Bi pêşengtiya Tevgera Azadî û RJAK li Silêmaniyê Viyan Soran (Viyan Caf) bi merasîmekê di salvegera xwe ya 17’an de hate bibîranîn. -
Li Herêma Kurdistanê 44 jin hat qetilkirin
Li gorî rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan di sala 2022’an de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine qetilkirin. -
Hejmara Sibatê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin
Hejmara Sibatê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Felsefeya Ocalan azad dike" çap kir. -
KBDH: Em ê faşîzmê hilweşînin û edaleta jinê pêk bînin
KBHD'ê got, "Bi dewlemendkirina rêbaz û taktîkên xwe yên çalakiyê em ê faşîzmê hilweşînin û edaleta jinê teqez pêk bînin." -
Ji Girtîgeha Evînê 7 girtiyên jin name şandin
7 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nameyek nivîsandin û bal kişandin ser çalakvanên jîngehparêz, girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan û jinên din ên bi mehan rastî êşkenceyên giran ên fizîkî hatin. -
Li Efganistanê jin bêyî mêr wê nikaribin biçin ser kar
Talîbanê qedexe û zordariya li ser jinan didomîne. Jinên ku li Kandaharê di beşên tenduristî û perwerdeyê de dixebitin, bêyî xizmekî mêr destûr nayê dayîn ku biçin ser kar. -
PAJK: Di her şert û mercî de pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinê re kirin
PAJK: Hevrê Berçem û Kînda bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî, bi sekna xwe ya partîbûnê di nava her şert û mercî de pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinê re kirin. -
Rêxistinên jinan ên navneteweyî di bernameya ‘Jin jiyan azadî’ de hatin ba hev
Di bernameya ku ji aliyê rêxistinên jinan ên navneteweyî ve li Londonê hat lidarxistin de, îşaret pê hat kirin ku serhildana bi qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kiriye, bi şiara “Jin jiyan azadî” bandor li hemû dinyayê kiriye. -
Talîbanê ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
Talîban çûyîna jinan a zanîngehê qedexe kiribû. Vê carê jî talîmat da ku ezmûnên zanîngehê li jinan were qedexekirin. -
Rojnamevan Rojîn Altay hat destgîrkirin
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşam Rojîn Altay li Balafirgeha Sabîha Gokçen hat destgîrkirin. -
Meclîsa Jinan a HDK’ê konferansa xwe ya 12’emîn li dar xist
Di konferansa Jinan a Giştî ya Meclîsa Jinan a HDK’ê de, biryar hat dayîn ku Meclîsên Jinan di pêvajoya li pêşiya me de hîn bêhtir xwe rêxistin bikin û lîsteya meclîsa giştî ku 51 jin têde cih digrin, hat çêkirin. -
Pervîn Bûldan: Jin wê encama hilbijartinê diyar bikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Konferansa Jinan a HDK’ê de got, “Em ê bi vîn û hêza 8'ê Adarê, Newroz û 1'ê Gulanê, bi îradeyeke hevpar di hilbijartinê de bi ser kevin. Jin wê encama hilbijartinê diyar bikin.” -
Li Kelarê pêşangeha hunerên destan
Li Kelarê pêşangeheke hunerên destan ku jinên Rojhilatê Kurdistanê jî di nav de ne, hat vekirin. Di pêşangehê de cil, motîf û xwarinên girêdayî çanda Kurdî hatin pêşandan. -
Ji Kobanê ji bo Garê bû mertal
Amara Ronahî ku ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kir, li cihên ku têkoşiyaye, gava îcab kiriye pêşengî ji hevrêyên xwe re kiriye, bêyî dudilî bi erka xwe rabûye. -
Endama KNK’ê Kiwêstan Dawudî jiyana xwe ji dest da
Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Kiwêstan Dawudî ji ber nexwşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. -
YJK-E: Jin wê li Berlînê li dijî Erdogan bibin yek
YJK-E’yê, bal kişand ser qirkirina jinan a dewleta Tirk û got: “Em dil û dengê xwe li Berlînê bikin yek.” -
YJK-E: Em di 28’ê Çileyê li Kolnê bicivin
YJK-E’ê bang li hemû jinan kir ku di 28’ê Çileyê de li bajarê Kolnê beşdarî meşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibin. -
TJA: Divê her kes li ber darvekirinan rabe
TJA’yê bang li her kesî kir ku li hemberî darvekirinên li Îranê rabin û berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê slav kir. -
Li Colemêrgê mirina bi guman a jinekê
Li Colemêrgê G.C a ku dayika du zarokan, bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Li Îranê 67 xwendekarên jin jehrî bûn
67 xwendekarên jin ên ku li zanîngeha Seyyîd Jamaleddîn Esadabad a bajarê Hemedanê yê Îranê dixwendin, li wargeha zanîngehê jehrî bûn. -
'Me sûd ji gerîlayên jin wergirt'
Ji Meclîsa Jinê ya PYD'ê Sara Xelîl got, "Bi hezaran jinên bi felsefeya Rêbertî bi ser xwe ve hatin, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Ew jin bûn pêşengên me."