KBDH: Em ê faşîzmê hilweşînin û edaleta jinê pêk bînin

KBHD'ê got, "Bi dewlemendkirina rêbaz û taktîkên xwe yên çalakiyê em ê faşîzmê hilweşînin û edaleta jinê teqez pêk bînin."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBHD) daxuyaniyek weşand û got, "Li Amedê mêr ê bi navê Baran Kizil ku hewl da dest biavêje Îpek Gulşen û tundiya fîzîkî kir, bi piştevaniya jinê, bi zexta raya giştî destpêkê hate girtin. Piştre ji aliyê dewleta mêr ve hate berdan, ku dijminê jinan e. Dewlet a mêr careke din rûyê xwe yê rastî nîşan da."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li tevahiya cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn jin û nasnameyên zayendî yên bindest li hemberî tundiya mêr li dora dirûşma Jin, Jiyan Azadî li hev kom dibin û hate gotin, "Ne tenê ji bo Jîna Mahsa Emînî, ji bo hemû jinan û nasnameyên zayendî yên bindest ên hewl tê dayin bêne bêdengkirin, dibin yek."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê çalakiyên xwe yên li dijî sazî û polîtîkayên dewleta mêr a bûrjûvayê, ku destavêtin û tundiya li jinê rewa dike, li çiyê û bajaran zêde bikin û hate gotin, "Kesên mîna Baran Kizil, Yucel Koç û Mûsa Orhan ên ku ji aliyê dewletê ve têne parastin wê bibin hedefa me.

Bi dewlemendkirina rêbaz û taktîkên xwe yên çalakiyê em ê faşîzmê hilweşînin û edaleta jinê teqez pêk bînin."