Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

'Me sûd ji gerîlayên jin wergirt'

Ji Meclîsa Jinê ya PYD'ê Sara Xelîl got, "Bi hezaran jinên bi felsefeya Rêbertî bi ser xwe ve hatin, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Ew jin bûn pêşengên me."

Ji Meclîsa Jinê ya PYD'ê Sara Xelîl anî ziman ku şoreşa li Kobanê destpê kir, cîhanî bûye û wê ji bo jinan hemûyan têbikoşin. Sara Xelîl destnîşan kir ku wê sedsala 21'ê bikin sedsala azadiya jinê.

Endama Meclîsa Jinê ya PYD'ê Sara Xelîl têkildarî berxwedan û têkoşîna jinê ya ku li Kobanê destpê kir ji ANF'ê re axivî.

Di destpêkê de qala pêvajoya beriya şoreşê ya li Kobanê kir: "Tevgera azadiyê ku ji bo bi milyonan mirovî bû çavkaniya sûdwergirtinê, ji bo me jinên Rojavayî jî bi heman rengî bû. Jinên ku di nava sîstema feodal a civakê de winda bûn, azadiya xwe di nava felsefe û rastiya Rêbertî de dîtin. Bi hezaran jinên ku bi felsefeya Rêbertî xwe ronî kirin, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Ev jin bûn pêşengên me. Jina destpêkê ya ku li Kobanê tevlî bû Şehîd Dîcle bû. Şehîd Dîcle ji bo me bingeheke mezin ava kir.

Ji ber rewşa eşîrî ya li Kobanê, il hemberî jinan pîvanên gelekî tund û hişk hebûn. Di nava civakê û malbatê de roleke xwe tune bû. Hêza esasî mêr bû. Bav, bira, mêr, yên ku çarenûsa jinê diyar dikirin ev bûn. Her wiha jinên wê demê tevlî nava Tevgera Azadiyê bûn di nava civakê de zêde baş nedihatin pêşwazîkirin. Jinan li gel zexta malbatê û dewletê hewl didan li ser piyan bimînin û têbikoşin. Dibe ku zexta li ser mêran tenê ji aliyê dewletê ve dihate kirin, lê belê jinan ji dewletê, civakê, malbatê, her wiha ji dayikê jî zext didîtin. Yên ku tundî ji mêrê xwe didît, ji keça xwe re jî digot ev çarenûsa te ye, tu neçar e bijî.

Jinên ku felsefeya Rêbertî û îdeolojiya jinê nas kirin, li hemberî vê yekê dest bi têkoşînê kirin. Bi vî rengî têkoşîn û berxwedana li hemberî jiyaneke bi vî rengî hilbijartin. Jinan zanî bû ku berdêla vê wê giran be û tevî vê jî dixebitîn. Li gel zexta malbatê her wiha zexteke giran a dewletê jî hebû. Her wiha wê demê giritna jinekê ji aliyê dewletê ve li Kobanê mîna şermeke gelekî mezin bû. Jinan ev yek didan ber çavên xwe û tevlî kar û çalakiyan dibûn. Bi dizî hînî xwendin û nivîsandina bi Kurdî dibûn û hînî jinên din ên li taxa xwe dikirin. Jinan dema civînek dikirin her tişt vedişartin. Heta ku civîn biqede jinan li derve nobed digirtin. Tevî zor û zehmetiyan jî jinan bi israr hewl didan xwe nas bikin. Dixwestin di felsefeya Rêbertî de xwe nas bikin. Tevî ku li malê ji aliyê bav û hevserê xwe ve dihatin astengkirin jî ji bo tevlî wan civînan bibin serî li her rêyê didan û tevlî dibûn. Her wiha dewletê gelekî astengî datanî. Dema ku çalakî, bîranîn an jî meşek bihata lidarxistin, dewletê ajanên xwe dixist dewrê. Haya jinan ji van hemûyan hebû. Tevî ku zanîbûn wê bêne girtin jî tevlî wan çalakiyan dibûn. Çalakiyên me bi giranî êvarî dihatin lidarxistin. Di dema çalakiyan de mirovan deriyê mala xwe vekirî dihiştin. Ku dema dewletê êrîş kir em karibin bi hêsanî bikevin hundirê malan û xwe rizgar bikin."

Sara Xelîl diyar kir ku ev ked, hewldan û berxwedan bû sedem ku ji bo avakirina tevgereke jinê bingeh bê amadekirin û got, "Yekîtiya Star encama van ked û hewldanan bû. Wê demê cara yekê li Kobanê konferanseke jinê hate lidarxistin. Me nizanîbû ku konferans wê ji bo çi be, lê belê dema ku biryar hate dayin ku li Kobanê konferansek pêk were, di nava jinan de coşeke mezin ava bû. Li malekê bi beşdariya 150 jinan konferanseek hate lidarxistin. Meclîsek ji 8 kesan hate avakirin. Yek ji endamên wê meclîsê jî ez bûm. Bêguman karên wê demê hêsan nebû. Zor û zehmetiyên mezin hebûn. Ji bo lidarxistin meşekê me hemû derfetên xwe seferber dikir. Haya dewletê ji vê rêxistiniyê çêbû bû. Jİ ber vê yekê gelek caran em dadgeh dikir. Dewletê hesabê vê yekê nekir; keseke ku felsefeya Rêbertî nas dike nepêkane ku dest ji vê yekê berde. Berevajî piştî ku em hatin girtin, gelek jin tevlî kar bûn. Tirsa ku dewletê belav kir bandor li jinan nekir. Berevajî, kir ku jin hîn bêhtir tevlî nava têkoşînê bibe."

Sara Xelîl ragihand ku vê têkoşînê bingeh ji Şoreşa 19'ê Tîrmehê re amade kir û destnîşan kir ku bi 19'ê Tîrmehê re ji bo jinan pêvajoyeke hîn mezintir destpê kir. Sara Xelîl got, "Êdî saziyên jinan ava bûn. Yekîtiya Star bi zor û zehmetiyên mezin ava bûbû. Li ser wê bingehê Kongra Star ava bû. Saziyên ku mafên jinan diparêzin, jinan diparêzin û pirsgirêkên wan çareser dikin avabû bûn. Jin pêl bi pêl dihatin. Ji bo jinan tiştekî ku xeyala wê jî nikarîbû bihata kirin pêk hatibû. Bi Kongra Star re tevgereke welê ava bû ku jinên ji hemû gelan li hev kom bibin û têbikoşin. Her jin bi çand, reng û zimanê xwe tevlî bû.

Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê gef û êrîşên li ser Şoreşa Rojava dewam kirin. Têkoşîna ku di şexsê YPJ'ê de pêk hat, şerê YPJ'ê yê li dijî DAÎŞ'ê li cîhanê deng veda. Piştî ku Kobanê azad bû, bi hezaran jin ji derveyî Kurdistanê jî hatin û tevlî şer bûn. Xwestin YPJ'ê û jinên Rojavayî nas bikin. Ya ku dîtin, rastiyek bû. Hatin bi çavên xwe dîtin, dîtin ku jin li eniya şer e.

Jinên ku têkoşîna jinê ya li Rojava dîtin, meraq kirin bê afirînerê xeta jinê ya azad kî ye, xwestin nas bikin. Rêbertî li vê cîhanê gelekî zêde tê naskirin û xwendin. Şoreşa ku li Kobanê destpê kir cîhanî bû. Lewma em deyndarê Rêber Apo ne. Ji niha û pê ve jî têkoşîna me wê ji bo hemû jinên li cîhanê dewam bike. Eger hîn jî li cihekî tundî li jinê tê kirin em vê yekê weke kêmasiya xwe dibînin. Em ê sedsala 21'ê bikin sedsala azadiya jinê û her jin wê xwe di nava tevgerê de bibîne."