Talîbanê ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
Talîban çûyîna jinan a zanîngehê qedexe kiribû. Vê carê jî talîmat da ku ezmûnên zanîngehê li jinan were qedexekirin.
Talîban çûyîna jinan a zanîngehê qedexe kiribû. Vê carê jî talîmat da ku ezmûnên zanîngehê li jinan were qedexekirin.
Talîban di Tebaxa 2021’an de rêveberiya Afganîstanê xistibû bin destê xwe. Piştî vê dîrokê li hemberî jinan qedexeyên bêhejmar anîn. Talîbanê ku çûyîna jinan a zanîngehê qedexe kiribû, ezmûnên zanîngehê ku wê meha pêş werin kirin li xwendekarên keç qedexe kir.
Wezareta Xwendekaran a Bilind, talîmata Talîbanê bi nameyeke ji zanîngehên taybet re şand. Di nameyê de hat diyarkirin ku saziyên li gorî talîmatê neçin wê werin cezakirin.