Hejmara Sibatê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

Hejmara Sibatê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Felsefeya Ocalan azad dike" çap kir.

Rojnameyê di manşetê de cih da nêrînên endamên Înîsiyatîfa Jinê ya Azadî ji Abdullah Ocalan re. Sawsan Chouma ya Lubnanî, Diana Restrepo ya Kolombiyayî û Sylive Jan a Fransî tecrîda mutleq a 24 salan a li ser Abdullah Ocalan, binpêkirina 'mafê hêviyê' û felsefeya Abdullah Ocalan nirxandin.

Nivîska Ronahî Serhat di gotara xwe de ya li ser 15'ê Sibatê, qala qonaxên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Nivîskar diyar kir ku piştî komployê gelê Kurd li dora Abdullah Ocalan mertalekî ji agir çêkir û anî ziman ku hêzên komploger hîn jî bi 'tecrîda mutleq' êrîşê li Abdullah Ocalan dike. Nivîskar ragihand ku têkoşîna li dijî Komploya 15'ê Sibatê cewher û armanca têkoşîna azadiya jinê ye û got, "Weke Tevgera Jinê, em bi biryar in ku li dora Rêber Apo bibin yek û sala 2023'an bikin sala Rêber Apo."

Hêja Zerya jî heman mijar nirxand û diyar kir ku komplo 'hewldanek ji bo tunekirina hêviyê' ye. Hêja Zerya destnîşan kir ku li hemberî vê yekê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi formula 'Jin, Jiyan, Azadî' operasyonên şikandina hêviyê pûç kir.

Di hejmara Sibatê ya rojnameyê de hevpeyvîna bi Heseroka Partiya Çep Kesk Kiliçgun Ûçar a li ser rola jinan a li nava siyaset û hilbijartinê, her wiha hevpeyvîna bi Parlamentera HDP'î Dersim Dag a li ser rê û rêbazên têkoşîna ciwanan a li dijî polîtîkayên şer û qirkirinê, hatin weşandin.

Yek ji nivîskarên rojnameyê Rojbîn Denîz e ku li Şengalê rojnamevaniyê dike. Rojbîn Denîz bi sernavê "Baweriya Ezda çi ye?" dosyayek lêkolînê weşand. Di beşa destpêkê ya dosyaya ji du beşan de qala wateya felsefeya kûr a baweriya Ezda, girîngiya ax, av û agir hate kirin.

Rûpelên Kurdî jî vê mehê bi têra xwe tijî ye. Roza Metîna di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Hunera şoreşger bi zimanê dayikê pêk tê" têkoşîna çand û hunerê ya jinê li gel dîroka çand, huner û zimanê şoreşgerî nirxand. Havîn Guneşer jî di gotara xwe de ya bi sernavê "Pêşî li Ronesansa Kurd nayê girtin" bandora teza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser asta navneteweyî nirxand.

Nûrhaq Gulbahar rojeva Başûrê Kurdistanê vegot û diyar kir ku polîtîkayên dagirkeriyê û êrîşên li dijî jinê di heman demê de têne kirin.

Elîf Ronahî di beşa duyemîn a nirxandina xwe ya li ser dîrokê de sernavê "Mêtîngeha pêşî jin e" ji bo gotara xwe bi kar anî. Nûjiyan Amed serhildanan 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand, Bermal Çem jî qala hunermendên jinê kir ku bûn dengê şoreşê.

Ji jinên çiyayên Kurdistanê Amara Harûn Amed bi sernavê "Jinên bi rûyê çiyê" qala çîroka 3 gerîlayên jin kir. Zîlan Tolhildan jî di çarçoveya jineolojiyê de mijarên gerîla, huner, gerîla û şer nirxand.

Nivîskara Ekolojiyê Sûltan Gulsun bi sernavê "Qirêjiya global" gotarek nivîsî. Di hejmara Sibatê ya rojnameyê de her wiha gelek portre, nivîsên li ser tenduristî, rojane hatin weşandin.

Hejmara nû ya rojnameyê li ser navnîşana "newayajin.net" dikare bê peydakirin.