YPS’ê firoşkarê tiryakê yê AKP’yî ceza kir

Milîsên Tolhildanê yên Zozan Azak ên YPS JIN’ê firoşkarê tiryakê yê AKP’yî ceza kir.

Milîsên Tolhildanê yên Zozan Azak ên YPS JIN’ê di daxuyaniya nivîskî de got “Li Taxa Gazî ya Farqîna Amede di 26’ê Çileyê de saet di 22.00’an de me bi bombeyên ku parçe jê dipekin li mala nokerê bi navê Sabrî Caner xist. Ev kes AKP’yî ye û tiryakê difiroşe.”

Milîsên Tolhildanê yên Zozan Azak ên YPS JIN’ê diyar kir ew ê ji alî ve li rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst bidin û got “Polîs, notirvanên ku li taxan sîxurtiyê dikin, kesên ciwanên me jehrî dikin û noker, di hedefa me de ne. Em ê ji hemûyan hesap bipirsin.”