Viyan Soran li Silêmaniyê hate bibîranîn

Bi pêşengtiya Tevgera Azadî û RJAK li Silêmaniyê Viyan Soran (Viyan Caf) bi merasîmekê di salvegera xwe ya 17’an de hate bibîranîn.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgar Azadî) û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) hevpar bi merasîmekê Viyan Soran ku berî 17 salan li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê çalakiyeke fedayî pêkanîbû û şehîd bûbû, bibîr anî.

Bîranîn li Salona Tewer ya Silêmaniyê bi tevlêbûna endamên Tevgera Azadî, RJAK û nûnerên partî û saziyan her wiha welatiyên Başûr pêk hat.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan pêk hat. Her wiha li salênê li gel wêneyên Şehîd Viyan Soran, wêneyên şehîd Sakîne Cansiz (Sara), Evîn Goyî, Nagîhan Akarsel, Jîna Emînî, Delal Şoreş, Şilêr Reşîd, Enûş, Abîtyan û Berfîn Rêbaz hatibûn danîn.

Her wiha pirtûka li ser têkoşîn û xebata Şehîd Viyan Soran, her wiha têkoşîna 50’î salî ya Tevgera Azadiya Kurd, Jineolojî û Evîn Goyî jî hatibû danîn.

Dayik û malbatên şehîdan ji bo bîranîna şehîdan mûm pêxistin.

Di merasîmê de li ser navê RJAK’ê Banû Helebçeyî daxuyaniyek da. Helebçeyî şehîdên doza azadiyê bibîr anî û got: “Em RJAK soz didin ku em ê rêya şehîdan bidomînin.” Helebçeyî bal dikişîne ser têkoşîna Viyan Soran û lêgerîna wê ya ji bo çareseriya zilm û hişmendiya mêrserwer a li nava civakê û got: “Viyan Soran yek ji wan jinên têkoşer ku hê ji zarokatiyê bi vê hişmendiyê hesiya bû û li dijî wê kete nava çareseriyê û ji bo wê rêya têkoşînê ya azadiyê hilbijart. Viyan Soran bi tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla li Başûr şoreşek da destpêkirin. Li gorî Viyan Soran pêwîst bû ku gelê Başûr dest bi şoreşekê bike ku xwe li ser bingehê fikir û pradîgmaya Rêber Apo be.”

Piştre li ser navê Tevgera Azadî Hevserok Tara Husên jî peyamek da. Tara di kesayeta şehîd Viyan Soran, Diyar Xerîb û Sîrwan de hemû şehîdên azadiyê bibîr anî. Husên bal kişand ser kesayet û têkoşîna şehîd Viyan Soran.

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên diyar kir ku Viyan Soran weke miroveke gerdûnî li dijî zilm û zordarî serî hilda û got: “Di peyamên xwe de diyar dike ku bê serok nikare bijî. Xwedî armanc û xewnên mezin bû. Ne xwest weke her kesê asayî bijî. Xwest li Bakur têkoşîn bike.”

Husên anî ziman ku Soran xwestiye bibe layîqî Rêberê Gelê Kurd a gotina ‘Şoreşa Başûr Şoreşa Jinê ye’ ji bo wê ew çalakî kiriye û xwestiye bibe bersiva wê.

Husên destnîşan kir ku ew ê şopdarê rêya şehîdan bin.

Hevseroka Tevgera Azadî anî ziman ku peyama Viyan Soran a ji bo jinên Başûr jî hebû ku diyar dike eger bixwazin bi ser bikevin û daxwazên wan bi cih bên, divê yekîtiya jinan ava bike, xebat ji bo gel bike.

Nameya Viyan Soran a ji bo Gelê Kurd û welatparêz hate xwendin.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser kesayet, têkoşîn û karê Şehîd Viyan Soran hate nîşandan.

Piştî dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ merasîm dawî bû û girseyê berê xwe da ser gora şehîd Viyan Soran.