YJK-E: Jin wê li Berlînê li dijî Erdogan bibin yek

YJK-E’yê, bal kişand ser qirkirina jinan a dewleta Tirk û got: “Em dil û dengê xwe li Berlînê bikin yek.”

Di daxuyaniya bi nivîskî ya ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê (YJK-E) ve hat dayîn de wiha hat gotin:

“Erdogan bi hemû polîtîkayên xwe yên nemirovî yên 22 salên dema hikûmeta xwe, li ber çavên gel û jinan dîktatorek e, ji ber bertekên li Elmanyayê hatin nîşandan, serdana xwe ya li Berlînê betal kir. Li gel ku êdî li tu derê kes wî qebûl nake, Elmanya dewletek ji wan dewletan e ku ji bo berjewendî û polîtîkaya xwe ya şer hêj jî deriyên xwe lê vedike. Jin in ku yên li ber pergalên emperyalîst xwe bi xwînê xwedî dikin, li ber xwe didin. Ji wê boneyê êrîşê nirxên jinan ava kirine dikin, dikujin, qetil dikin û heyfa xwe hiltînin.”

‘JIN TÊN QETILKIRIN, DÎL TÊN GIRTIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin destnîşankirin:

“Ev dîktatorê ku bi taybetî bi polîtîkayên xwe yên li dijî jinan nav û dengê wî belav bûye, bi nehiqûqiyên salên dawîn ên li welêt kuştina jinan her ku diçe zêde dibe û ji bo bêdengkirina jinên polîtîk ku li ber vê radibin jî girtîgehan tije dike. Jinên polîtîk herî pir di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin. Ji ber ku nikare bêdeng bike, jinên polîtîk ên li derveyî welêt qetil dike. Hevala me Nagihan Akarsel ku lêkolînerek bû di saziya Jineolojiyê de û Evîn Goyî ya ji Tevgera Jinên Kurd ku pêşengeke şoreşa jinan a Rojava bû, par qetil kirin.

Li şerê xwe yê bi bêexlaqî yê li dijî Kurdan dewam dike. Di heman demê de gefan li neteweyên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn û kesên demokratîk dixwe, diçewisîne û dike girtîgehan. Erdogan ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ser neket, bi bikaranîna çekên kîmyewî li qadên gerîla, li kirina sûcên herî giran dewam dike.

‘ERDOGAN DÎKTATOREK E KU DIVÊ BÊ DARIZANDIN’

Em jin, ji po pirsîna hesabê jinên bi polîtîkayên qirkirina jinan ji aliyê Erdogan ve hatine qetilkirin, di serî de Ewropa, du sal berê li hemû cîhanê me dest bi kampanyaya ‘100 sedem ji bo darizandina dîktator’ kir. Bi vê kampanyayê me 235,727 hezar îmze berhev kirin. Ev, tê wê wateyê ku Erdogan li ber çavên jinên li cîhanê dîktatorek e ku divê bê darizandin.

Elmanyayê diyar kir ku pirsgirêka jinan rojeva yekemîn û esas a xebatên hikûmeta nû ye û got ku ew ê ji bo wê boneyê bi hestyarî tevbigere û di xebatên xwe de bi polîtîkayeke bi pêşengiya jinan rabibe. Nexwe divê hikûmeta nû vê soza xwe bi cih bîne û biwêre ku bêpolîtîkabûn û sûcên şer û sûcên li dijî jinan ku Erdogan kirine bide rûye wî.

Em soza ku Elmanyayê daye tînin bîra wê. Qirkirina jinan polîtîkayeke dewletê ye û dema rabûna li ber qirkirinên nû ye. Em dibêjin ku em ê li ber wê piştgiriyê rabibin ku Erdogan dixwaze li Elmanyayê werbigire. Ji wê boneyê di serî de em jin, gelê me, sazî û derdorên demokratîk bila bi xurtî tevlî xwepêşandana protestoyî ya ku wê li Berlînê bê lidarxistin, bibin û deng û dilê xwe bikin.”