Meclîsa Jinan a HDK’ê konferansa xwe ya 12’emîn li dar xist

Di konferansa Jinan a Giştî ya Meclîsa Jinan a HDK’ê de, biryar hat dayîn ku Meclîsên Jinan di pêvajoya li pêşiya me de hîn bêhtir xwe rêxistin bikin û lîsteya meclîsa giştî ku 51 jin têde cih digrin, hat çêkirin.

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Konferansa Jinê ya Giştî ya 12'an li Hêwana Dawetê ya Labellayê li dar xist. Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr axaftina destpêkê kir. Piştî axaftina Demîrê, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDK) Pervîn Bûldan û pêkhateyên HDK'ê axivîn. Piştî axaftinan konferans bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên pêkhateyên HDK'ê di konferansê de axivîn.  

Di konferansê de ewilî pêvajoya siyasî hat nîqaşkirin. Di dema nirxandina pêvajoya siyasî de jinan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û û îşaret bi şer, qirkirina ekolojiyê, êrîşên li ser Elewiyan û Kurdan, Peymana Stenbolê, êrîşên li ser jinan, zext û çewisandin, êşkence, destdirêjî û destavêtinê û rewşa jinên penaber hat kirin. Jinan ku bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûyîna civakî, destnîşan kirin ku wê sedsala 21'an bibe sedsala jinan.

Piştî nirxandina geşedanên li Tirkiyeyê û cîhanê, rapora xebatê hat xwendin. Piştî raporê xwarin hat dayîn. Piştî xwarinê jî jinan li ber stranan û bi berzkirina dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" govend gerand.

MECLÎSA 51 KESÎ

Piştî axaftinan ku li ser pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê û rewşa rêxistinî hat sekinandin û pêşniyarên çareserkirina van pirsgirêkan hatin berpêşkirin, pêşnûmaya biryarê hat xwendin. Biryarên hatin girtin berpêşî dengdayînê hatin kirin. Li ser biryaran li hev kirin. Paşê danezana encamê hat xwendin û berpêşî dengdayînê hat kirin. Di konferansê de lîsteya meclîsa giştî ku 51 jin tê de cih digirin hat xwendin.