Li Colemêrgê mirina bi guman a jinekê

Li Colemêrgê G.C a ku dayika du zarokan, bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku dayika du zarokan G.G di saetên şevê de li mala xwe ya li Taxa Bûlak a li navenda Colemêrgê, bi awayek bi guman jiyana xwe ji xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku G.C ji ber sedemek nayê zanîn, xwe kuştiye.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Îdîayek din hat kirin ku G.C ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye qetilkirin.

Piştî kar û barên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, cenazeyê G.C wê li goristana li Serê Solan bê veşartin.